ROJANE
Hemû Nûçe
-
Nûçeyên sereke yên nava rojê
Nûçe û bûyerên sereke yên di nava rojê de qewimîn û derketine pêş.. -
Li Amedê 2 parêzer hatin destgîrkirin, li Edeneyê kesek hate girtin
Di çarçoveya operasyonên siyasî yên rejîma Erdogan de li Amedê du parêzer hatin destgîrkirin. Di hefteyeke dawîn de bi sedan kes hatin destgîrkirin. -
Rojnameger Kîbriye Evren hate girtin
Rejîma Tirk, Amed jî tê de li gelek bajaran operasyon dabû destpêkirin. Di operasyonan de rojnameger Kîbriye Evren hate girtin. -
Li herêma Mexmûrê bahoza tozê rabû
Li herêma Mexmûr a bi ser bajarê Mûsil ê Iraqê ve di derdorî saet 15:00’an de bahozekî mezin a tozê rabû. -
Temellî: Yek kes heye îxbar dike ew jî Erdogan e
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî anî ziman ku AKP-MHP bi operasyonên qirkirina siyasî dest bi kampanyaya hilbijartinê kiriye û got: “Li aliyekê kampanyaya şidet, qeyûman û zilmê, li aliyê din kampanyayên çong tewandinê heye.” -
2018'an gelek nûçegihan hatin kuştin
Li tevahiya cîhanê hijmara nûçegihanên ku 9 mehên pêşî yên îsal hatin kuştin, ji ya tevahiya par zêdetir e. -
Hevdîtinên HDP’ê yên li Konseya Ewropayê didomin
Heyeta HDP’ê hevdîtinên xwe yên dîplomatîk ku di bin sêwana Konseya Ewropayê de didomînin. Wê îro hevdîtin pêk werin. -
KCDK-E û TJK-E dîrokên çalakiyan eşkere kir
KCDK-E – TJK-E bal kişand ku Komploya 9’ê Cotmehê û tecrîd bi berxwedanê wê bê şikandin û dîroka çalakî û meşên girseyî yên li welatên cuda bên kirin eşkere kir. -
Krîza dil li Aydogdu ê destgîrkirî da
Endamê Dîwana Hevseroktiya KCD'ê Hilmî Aydogdu ku li Amedê hatibû destgîrkirin, li ser êşa singê rakirin nexweşxane û ji bo ku li nexweşxanê krîza dil lêxist kirin bin kontrola lezgîn. -
Li Kerkûk û Tikrîtê teqîn pêk hatin
Di teqînên li Kerkûk û Tikrîtê pêk hatin de 2 kes mirin, 8 kes jî birîndar bûn. -
Li Stockholmê rejîma Îranê hate şermezarkirin
Rejîma Îranê ku zexta li ser gelê Kurd û kedkaran zêde dike li paytexta Swêdê Stockholmê bi çalakiyekê hate şermezarkirin. -
Êdî dem e ku îrade bê nîşandan
Erkeke sereke ya hêzên siyasî yên Kurd û gelê Kurd e ku şerê psîkolojîk yê Tayyîp Erdogan pûç bike. Erka yekem a têkoşînê pûçkirina şerê psîkolojîk e. Heta ku ev şer neyê pûçkirin mirov nikare di têkoşîna siyasî de serketî be. -
Keskîn: Ji bo aştî û demokrasiyê deng bidin me
Parêzer Eren Keskîn ji bo hilbijartina Baroya Stenbolê namzeta Platforma Parêzerên Demokrat ên Azadîparêz e. Keskîn got, "Ez ji hempîşeyên xwe dixwazim ku ji bo aştî, demokrasî û mafên mirovan dengê xwe bidin me." -
ROJEVA 11'Ê COTMEHÊ
Rojeva Navenda Nûçeyan a 11'ê Cotmeha 2018'an. -
Qurbaniyên komkujiya Enqereyê li Bernê hatin bîranîn
Kesên di Komkujiya Garê ya Enqereyê de jiyana xwe ji dest dan, li bajarê Bernê yê Swîsreyê hatin bîranîn. -
Komkujiya Enqereyê hat şermezarkirin, qurbanî hatin bibîranîn
Koordînasyona Ked û demokrasiyê ya Stenbolê, ji bo kesên di komkujiya Enqerê de bûyî qurbanî li ber Îskeleya Kadikoyê çalakiyeke bibîranînê lidar xist. -
Nûçeyên sereke yên nava rojê
Nûçe û bûyerên sereke yên di nava rojê de qewimîn û derketine pêş.. -
‘Li dijî zordariyê em ê aştiyê biparêzin’
Xwendekarên zanîgehan, kesên di Qetlîama Enqerê de jiyana xwe ji dest dabûn, li Kampusa Navenda Stenbol a li Beyazit a Stenbolê bibîr anîn. -
Kurdên Adîgeyî komplo şermezar kirin
Kurdên ku li Komara Adîgeyiyê ya Rûsya dijîn 20’emîn salvebera Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmeha 1998’an a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi civîn û daxuyaniyeke çapemeniyê şermezar kir. -
Li rojnamevan Taşkin 7 sal û 6 meh cezayê girtîgehê hate birîn
Daraza rejîma Tirk, ji bo nûçegihana Ajansa Mezopotamya Taşkin a nêzî salek e berê hatibû girtin, 7 sal û 6 meh cezayê girtîgehê lê hate birîn. -
NÛ BÛ-Li Wanê polîsan êrîş kir: 11 kes hatin destgîrkirin
Polîsên ku êrîş birin ser daxuyaniya 10’ê Cotmehê ku di hate xwestin bi pêşengtiya KESK’ê li Wanê pêk bê de, bi lêdanê endamên HDP’yî û KESK’î destgîrkirin. -
Li Îzmîrê trajediya koçberan: 9 kes mirin
Di encama noqîavêbûna keştiya koçberan a li peravên Îzmîrê hejmara kesên mirî gihişte 9’an, 25 kes jî winda ne. -
Kartal roja 96'an a rojiya mirinê:Bi berxwedanê em bi ser ketin
Girtiyê nexweş Vefa Kartal ku li Girtîgeha Tîpa F'yê ya Nimro 1 a Tekîrdagê girtî ye, di roja 96'a de dawî li rojiya mirinê anî. -
Komkujî û terora dewletê hate şermezarkirin
Li Enqerê kesên ku di Komkujiya Enqerê ya 10'ê Cotmehê de hatin kuştin, hatin bibîranîn, li Şirnex û Amedê jî terora dewletê hate şermezarkirin û hate xwestin ku destgirkirî werin berdan. -
Destgîrkirin didome, ji doza Ozgur Gundemê kes bernedan
Ji 100 kesan zêdetir ên di çarçoveya du lêpirsînên cuda yên bi navenda Amedê ku duh hatibûn destgîrkirin, 20 jê piştî lêpirsîna wan a li Midûriyeta Polîsan bi dawî bûn, hatin berdan.