Krîza dil li Aydogdu ê destgîrkirî da

Endamê Dîwana Hevseroktiya KCD'ê Hilmî Aydogdu ku li Amedê hatibû destgîrkirin, li ser êşa singê rakirin nexweşxane û ji bo ku li nexweşxanê krîza dil lêxist kirin bin kontrola lezgîn.

Endamê Dîwana Hevseroktiya Kongreya Civaka Demokratîk Hilmî Aydogdu ku bi çarçoweya operasyonên qirkirina siyasî ya bi nevanda Amedê li 9 bajaran hatî kirin, hatibû destgîrkirin, ji ber nexweşiya singê rakirin nexweşxanê.

Aydogdu yê ku rakirin nexweşxane diyar bû ku krîza dil lêxistiye û ew kirine bin kontrola lezgîn. Aydogdu ku berya niha jî emeliyata anjiyo bûbû, li unîteya lênerîna lezgîn dimîne.

Têkilî rewşa tendurstiyê ya Aydogu doktoran hê ti agahî nedane.