2018'an gelek nûçegihan hatin kuştin

Li tevahiya cîhanê hijmara nûçegihanên ku 9 mehên pêşî yên îsal hatin kuştin, ji ya tevahiya par zêdetir e.

Li gorî Rêxistina Nûçegihanên Sînornenas (RSF) 9 mehên pêşî yên îsal 56 nûçegihan hatine kuştin. Di daxuyaniyê de hate gotin par di 12 mehan de 55 nûçegihan hatibûn kuştin.

Li gorî vê li li Efganîtanê 13, li Yemenê 5 nûçegihan hatine kuştin. Welatên dî yên ku nûçegihan pir lê hatine kuştin Pakîsta, Filîstîn û Sûriyê ye. Li Sûriyê par 9 nûçegihan dema ku karê xwe dikirin hatin kuştin.

Îsal bi tevahî 29 nûçegihan li qadên şer dema ku li ser karê xwe bûn hatin kuştin.

RSFê diyar kir rêjeya nûçegihanên têne kuştin bi asteke wiha ye ku alarmê dide û bang li civaka navnetewî kir ku bi lezgînî tevdîr werin girtin.

Bang li Neteweyên Yekbûyî (NY) hate kirin ku bi asta Sekreteriya Giştî nûnerekî taybet were diyarkirin.