Kurdên Adîgeyî komplo şermezar kirin

Kurdên ku li Komara Adîgeyiyê ya Rûsya dijîn 20’emîn salvebera Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmeha 1998’an a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi civîn û daxuyaniyeke çapemeniyê şermezar kir.

Kurdên li Otonomiya Çanda Kurd a Adîgeyî ji bo şeremezarkirina Komploya Navnetweyî ya dikeve sala 21’an bi civînek lidar xist. Civîn ji bo giyanê şehîdên şoreşê bi deqeyek rêzgirtinê ve destpê kir.

Di civînê de endama KCK’ê Gulan Roj têkildarî komployê axivî û diyar kir ku Kurd di pêvajoyeke dîrokî re derbas dibin û Komploya Navneteweyî di dîroka Kurdan de bêmafiyeke herî mezin û di demeke herî bê hiqûqî de pêk hatiye.

Roj bibîr xist ku komplo di şexê Rêber Apo de li dijî hemû gelên li Rojhilata Navîn û Kurdistan û gelê Kurd hate kirin. Roj destnîşan kir ku armanca vê yekên ne tenê tevgera azadiya Kurd di heman demê de hemû bûyerên ku li herêmê bi saya Rêber Apo dihate pêşxistin bû. Tevî vê komployê jî Rêber Apo bi têkoşîna xwe ya ku pêş xistî têkoşîna azadiyê anî van rojan.

Piştî civînê li ser navê Kurdên Adîgeyî endama KNK’ê Feyzoyê Huseyîn, Hevserokên Otonamiya Kurd Tahîr Ahmet û Sînem Muhemet daxuyanî dan çapemeniyê. Huseyînî komploya navneteweyî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir û got: “Bila dewleta Tirk û hemû hêzên ku tiliya wan di komployê de hene baş bizanibin ku wê gelê Kurd ti demê ji Rêbertiya xwe qût nebin. Divê hemû gelê Kurd ên li çar aliyên cîhanê dijîn ji bo azadiya Ocalan dakevin qadan.

Hevserok Tahîr Ahmed jî diyar kir ku 9’ê Cotmehê ji bo gelê Kurd rojeke reş e, roja yekem a destpêkirina komploya navneteweyî ye.

Hevseroka Otonomiya Kurd Sînem Mihemed jî axivî û diyar kir ku weke Kurdên li Rûsya û bi taybet Kurdên li Adîgeyiyê komployê şermezar dikin. Mihemed diyar kir ku ji ber agahî negirtinê fikarên wan ên di derbarê Ocalan de her diçin zêde dibin û got: “Dewleta Tirk bi şidandina tecrîd û şerê li Kurdistanê dixwaze gelê Kurd bitirsîne, lê bi vê yekê ti car bi ser nakevin.”