‘Li dijî zordariyê em ê aştiyê biparêzin’

Xwendekarên zanîgehan, kesên di Qetlîama Enqerê de jiyana xwe ji dest dabûn, li Kampusa Navenda Stenbol a li Beyazit a Stenbolê bibîr anîn.

Xwendekarên ku destnîşan kirin ku wê ala aştiyê yên ku di qetlîamê de jiyana xwe ji dest dane bi rûmet bilind bikin û li erdê nahêlin, da xuyakirin ku wê ji zordar, nobedarên rêkxistina qetlîaman hesab bixwazin.

Xwendekarên zanîngehê yên di salvegera 3’an a Qetlîama Enqerê de li pêşiya Kampusa Navenda Zanîngehê ya Stenbolê hatin ba hev 130 canên ku di qetlîamê de jiyana xwe ji dest dabûn bibîr anîn. Çalakiya xwendekaran a di bin dorpêça polîsan de hate kirin, pankarta qûrnefîl li ser û wêneyên 103’ê kesên ku di qetlîamê de jiyana xwe ji dest dabûn û li ser ‘Wê hesabê qetlîamê ciwan bipirsin’ hatibû nivîsîn vekirin.

Bîranîn bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên şoreşê ve destpê kir, dirûşmên “Em 10’ê Cotmehê ji bîr nakin”, “Li dijî faşîzmê mil bi mil” û “Ciwan wê hesabên qatilan bixwazin” qîr kirin. Li ser navê xwendekarên zanîngehê Ezgî Ergîn daxuyanî da û got: “Berî vê bi 3 salan weke îro li vî welatî yek ji qetlîamên herî mezin pêk hatin. Di vê qetlîamê de 103 hevalên me hatin qetilkirin.”

‘SÊ MEYMÛNIYÊ DILÎZIN’

Ergîn bibîr xist ku doza ku ev 3 sal in didome ti encam jê derneketiye û tevî hêzên ewlekariyê û yekîneyên îstixbariyê kujeran dinasin jî; dadgeh delîlan li ber çavan nagirin, hemû jî sê meymûniyê dilîzin. Em rê nadin hişmendiya yên ku dixwazin têkoşîna hejar bifetisînin, bêdengkirina kesên ku dixwaza aştiyê dikin û ciwanan bikin qûrbanê polîtîkayên şer.

ALA WAN A ŞATIYÊ LI ERDÊ NAMÎNE

Ergîn got: “Serwer çi bikin bila bikin, em Qetlîama 10’ê Cotmehê û hevalên xwe ji bîr nakin. Ala aştiyê ya ku wan bi rûmet hildayîn, daxwazên wan ên aştiyê, daxwazên wan ên azadiyê li erdê nahêlin.Em carekî din li vir ji bo zordar, nobedarên rêxistinkirina qetlîamê; em ê hesabê vê bixwazin, daxwaza aştiyê ya xwe bidomînin.

Piştî daxuyaniyê xwendekaran ‘Sirûda Gundodu’ xwendin, peyama “Qesir û polîsên wan nikarin me ji têkoşîna me gavekê bide paş avêtin. Em ê bi serkevin; bi teqez em ê serkevin.”