NÛ BÛ-Li Wanê polîsan êrîş kir: 11 kes hatin destgîrkirin

Polîsên ku êrîş birin ser daxuyaniya 10’ê Cotmehê ku di hate xwestin bi pêşengtiya KESK’ê li Wanê pêk bê de, bi lêdanê endamên HDP’yî û KESK’î destgîrkirin.

Li Wanê KESK’ê ji bo bibîranîna kesên ku di qetlîama Enqereyê de hatibûn qetilkirin û ji bo ku berpirsên qetlîamê hesaban bidini daxuyanî da. Polîsan êrîşî daxuyaniyê kirin.

Polîsên ku li dijî çalakgeran êrîşên terorî kirin, bi kêmanî 11 kes destgîrkirin. Navê kesên hatine destgîrkirin wiha ne: Hevserokê HDP’ê yê bajar Umît Dede, rêveberên sendîkayên girêdayî KESK’ê Bedîa Yamaç, Mesûde Demîr, Gursel Yamaç, Şerîfe Ateş, Seher Ateş, Emîn Yilmaz, Mûrat Atabay, Îbrahîm Ozkan, Seyfettîn Îtah û Hamît Aker in.

Di dema êrîşê de parlemeterê HDP’ê Murat Sarisaç jî hate derbkirin, Gursel Yamaç a hate destgîrkirin bi gomana herikîna xwînê ya li ser mejî rakirin nexweşxaneyê.