Li Kerkûk û Tikrîtê teqîn pêk hatin

Di teqînên li Kerkûk û Tikrîtê pêk hatin de 2 kes mirin, 8 kes jî birîndar bûn.

Li ser rêya Kerkûk û Bexdayê li nêzî depoya tekelan saet derdorî 08:00’an teqînek pêk hat. Li gorî çavkaniyên polîsan kesek miriye, 4 kes jî birîndar bûne.

Nehate zanîn bê ka teqîn ji aliyê kê ve pêk hatiye, têkildarî bûyerê polîsan dest bi lêkolînê kiriye.

Li Tikrîtê jî çavkaniyên hêzên ewlekariyê ragihandin ku di saetên şevê de bombeya ku li pişt benzînxaneya Tikrît hatibû danîn teqiya. Di teqînê de kesek mir, 4 kes jî birîndar bûn.

Dîsa heman rojê li Tikrîtê bombeya li wesayîta bi modela Toyoto Corala de hatibû bicihkirin teqiya. Di vê teqînê de ziyanên canî pêk nehatin. Li cihê teqîn pêk hatî ziyanên madî pêk hatin.