Li Îzmîrê trajediya koçberan: 9 kes mirin

Di encama noqîavêbûna keştiya koçberan a li peravên Îzmîrê hejmara kesên mirî gihişte 9’an, 25 kes jî winda ne.

Li gorî agahiyên hatin girtin, keştiya koçberan li peravên navçeya Karabûran a Îzmîrê noqî avê bûye.

Trajediya ku şeva Sêşem bi Çarşemê ve girê dide ve pêk hat, li gorî rayedaran 9 kes mirine, 25 kes jî winda ne.

Li gorî bîlançoya beriya vê hatî ragihandin 4 kes miribûn, 30 kes winda bibûn. Di encama xebatên rizgarkirin û lêgerînê de kesek bi saxî hate rizgarkirin.

Koçberiya ji Tirkiyeyê ya ber bi Ewropayê ve di demên dawî de dîsa zêde bûye. Di dawiya meha Îlonê di encama noqîavêbûna keştiyeke ya koçberan a li peravên Îzmîrê de 5 kes miribûn, nêzî 30 kes jî winda bibûn.