Li Amedê 2 parêzer hatin destgîrkirin, li Edeneyê kesek hate girtin

Di çarçoveya operasyonên siyasî yên rejîma Erdogan de li Amedê du parêzer hatin destgîrkirin. Di hefteyeke dawîn de bi sedan kes hatin destgîrkirin.

Di 9’ê Cotmehê de  Amed jî tê de li 9 bajaran operasyonên siyasî hatin girtin. Di van operasyonan de endamên Platforma Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHP) Bunyamîn Şeker û Bahar Oktay hatin destgîrkirin. Şeker û Oktay birin gerînendetiya emniyetê.

OHP’ê nerazîbûn nîşanî destgîrkirina parêzeran da.

LI EDENEYÊ KESEK HATE GIRTIN

Li Edeneyê jî Endamê Meclîsa Partiyê yê DBP’ê Halît Şaşmaz, Bîlal Çelebî û Erbîl Ernûega çend roj berê hatibûn destgîrkirin. Piştî lêpirsîna li dadgehê Şaşmaz û Çelebî bi kontrola edlî serbest hatin berdan û Ernûega jî hate girtin.