Rojnameger Kîbriye Evren hate girtin

Rejîma Tirk, Amed jî tê de li gelek bajaran operasyon dabû destpêkirin. Di operasyonan de rojnameger Kîbriye Evren hate girtin.

Amed jî di nav de li 8 bajaran operasyona siyasî hate lidarxistin. Rojnameger Kîbriye Evren jî hatibû destgîrkirin.

Li emniyetê ji rojnameger Evren hate pirsîn ku, ‘Têkiliya te bi PKK û KCK’ê çi ye? Di nav rêxistinê de navê te çi ye? Te di nav kîjan çalakiya rêxistinê de cih girtiye?’ Evren diyar kir ku tu têkiliya wê bi rêxistinê re tune û ew rojnameger e.

Di heman demê de edîtora kevn  a Demokratîk Modernîte Servet Oner li Stenbolê hate destgîrkirin.

218 ROJNAMEGER HATINE GIRTIN

Li gorî bîlançoya di 21’ê Îlonê de ya Platforma Hevgirtina Rojnamegeran tevî Evren 218 rojnameger hatine girtin.

Di 10’ê Cotmehê de jî li nûçegîhana Ajansa Mezopotamyayê Seda Taşkin 7 sal û 6 meh ceza hate birîn. Taşkin di 20’ê Kanûna 2017’an de hatibû destgîrkirin û di 20’ê Çileyê de hatibû girtin.