Hevdîtinên HDP’ê yên li Konseya Ewropayê didomin

Heyeta HDP’ê hevdîtinên xwe yên dîplomatîk ku di bin sêwana Konseya Ewropayê de didomînin. Wê îro hevdîtin pêk werin.

Hevdîtinên heyat ku Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan serokatiya wê dike, ya bi rêveberê asta jor a nûnertiya saziyên cuda û rêxistinên di bin sêwana Konseya Ewropayê de cih digirin re didomin.

Heyet bi civîneke ku ji aliyê Navneda Civaka Demokratîk ve hate organîzekirin bi Kurdistanî û Tirkiyeyiyên li Strasboûrg û derdorî wê dijîn re hatin ba hev. Di civînê de Bûldan û Ozsoy mafê axaftinê girtin û bûyerên rojevî û plansaziyên hilbijartinên xwecihî nirxandin.

Di heyeta HDP’ê de Serokwekîlê Meclîsê Prof. Mîthat Sancar, Alîkarê Serokê Perpirsê Têkiliyên Karê Derve û endamê MPKE Hişyar Ozsoy, Endama MPKE û parlementera HDP’ê ya Êlihê Feleknas Ûca, Nûnerê HDP’ê yê KE Faîk Yagizay cih digirin. Di hevdîtinan de Sekreterê Giştî yê Komîteya Wezîrên Konseya Ewropa, Meclîsa Parlemeter a Konseya Ewropa (MPKE) Yekîtiya Çep, Serokên koma Sosyalîs û Lîberal Polîtîk, Serokê Kongreya Rêveberiya Xwecihî ya Konseya Ewropa Gudrûn Mosler-Tornstrom cih digirin.

KONFERANSA TÊKILDARÎ TECRÎDÊ

Li bendê ye ku hevdîtinên di asta jor de saetên danê nîvro pêk bên. Heyeta HDP’ê saet 13:00 heta 14:00’an têkildarî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li bendêye ku tevlî konferasa ku ji aliyê Koma Çep a NPKE ve bê lidarxistin bibin.