ROJEVA 11'Ê COTMEHÊ

Rojeva Navenda Nûçeyan a 11'ê Cotmeha 2018'an.

- Çalakiyên ji bo azadî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin wê werin şopandin.

- Operasyonên li Bakurê Sûriyeyê li dijî DAÎŞ'ê tên kirin û bûyerên di vê çarçoveyê de diqewimin wê werin şopandin.

- Hevberdevka Delegeyên KCD'ê Zelal Bîlgîn got, tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dewama komploya navneteweyî ye.

- Ji Însiyatîfa Dayikên Aştiyê ya Enternasyonalîst Consûela Nûnez serdana Rojava kir û got, "Min dît bê civaka li vê derê bi çi rengî li dora felsefeya Ocalan bûye yek."

- Parêzer Eren Keskîn ji bo hilbijartina Baroya Stenbolê namzeta Platforma Parêzerên Demokrat ên Azadîparêz e. Keskîn got, "Ez ji hempîşeyên xwe dixwazim ku ji bo aştî, demokrasî û mafên mirovan dengê xwe bidin me."