Li Stockholmê rejîma Îranê hate şermezarkirin

Rejîma Îranê ku zexta li ser gelê Kurd û kedkaran zêde dike li paytexta Swêdê Stockholmê bi çalakiyekê hate şermezarkirin.

Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl li Meydana Sergel a  Stockholmê hatim cem hev, darvekirina muxalîfên şoreşger û êrîşên li ser ajokarên qemyonan ku ketine grêvê de şermezar kirin. Bang li Swêdê û Yekîtiya Ewropayê kirin ku li dijî rejîma Îranê bibin xwedî helwest.

Di çalakiyê de li ser navê Konseya Berevaniyê ya Têkoşîna Gelê Îranê, ku ji 5 rêxistinên Îranî pêk tê, axaftin hate kirin, di axaftinê de tundiya li ser grêva ajokarên qemyonan ku grêv beriya bi du heftiyan dest pê kiribû û bi girtina 238 kesan hate xwestin ku grêvê biçewisînin, hate destnîşankirin.

Haklarını almak için grev yapan ve sokaklara çıkan emekçilerin ailelerini geçindirmek ve insanca yaşayabilmek istedikleri belirtilen açıklamada, insan haklarından yana olan herkese İran emekçilerinin özgürlük ve adalet için verdikleri mücadeleye destek olmaları çağrısında bulunuldu.

Di daxuyaniyê de hate gotin kedkar ji bo ku mafê xwe bistînin û ji bo ku debara mala xwe bikin derketine kuçeyan, bang li alîgirên mafê mirovan kirin ku her kes destekê bide kedkarên Îranî yên ji bo azadî edaletê dikin.