Temellî: Yek kes heye îxbar dike ew jî Erdogan e

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî anî ziman ku AKP-MHP bi operasyonên qirkirina siyasî dest bi kampanyaya hilbijartinê kiriye û got: “Li aliyekê kampanyaya şidet, qeyûman û zilmê, li aliyê din kampanyayên çong tewandinê heye.”

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî û heyeta pê re ji bo li dijî operasyona li dijî rojnameger û siyasetmedaran derkeve hat Amedê. Temellî û heyeta pê re li avahiya Rêxistina HDP’ê ya Amedê civîna çapameniyê lidar xist û bal kişand ser binçavkirina endam û rêveberên partiya xwe û rojnamegeran.

Temellî destnîşan kir ku ew operasyonan wek binçavkirinan nanirxînin û got: “Ez raya giştî ya Tirkiyeyê li dijî van operasyonan vedixwînim hestiyariyê. Hevalên me bi rêbazên herî hov tên binçavkirin. Dikên binçavkirinê desthilatdarî dixwaze Tirkiyeye çawa xeyalî ava bike nîşanî me dide. Bi şikandina deriyan dikevin malan. Tu hovîtiyek wisa nayê qebûlkirin. Bi şikandina deriyan dixwazin peyam bidin civakê. Ev dozgerek çawa ye. Dema fermana binçavkirinê dide fermana derî şikandinê jî dide. Tenê fermana şikandina derî nade, di heman demê fermana pêkanîna tundiyê û çekan bixin serê zarokan û mezinan jî dide. Tu forsa xwe li kî dikî dozger? Bi van kirine we wê kes bêzar nabe. Tu kes wê dev ji têkoşîn û sekna xwe bernede. Hûn bi van kirinan xwe rezîl dikin.”

‘EV EHLAQEK ÇAWA YE’

Temellî bal kişand ser derbkirin û îşkenceya di dema serdegirtina malan de û wiha dewam kir: “Derb kirin û îşkecence kirin heye. Nêzîkatiyên xerab a li dijî zarokan heye. Hişê mirov van pêkanînan nagire. Destên Derya Aslan berevajî kelepçe kirin e û bi kêrê vekirine. Hevala me bi kêrê birîndar kirin e. Dema diçin mala hevaşaredara me Gulay Ozavci ku hevjînê wê binçav bikin, pê li pişta hevala me dikin. Destûr nadin ku cilên xwe yê rojê li xwe bike. Bi van pêkanînan hevalên me binçav dikin. Ev ehlaqek çawa ye. Li dijî jinan tundiyê pêk tînin û em dizanin ji ber ku HDP partiya jinan e vê şidetê dikin.”

‘BINPÊKIRIN NÊZÎKATIYA DIJMINATIYÊ YE’

Temmelî bal kişand ser rewşa tenduristiya Endamê Dîwana Hevserokatiya KCD’ê Hilmî Aydogdû yê di binçavan de krîza dil derbas kir û got “Binpêkirina li vir encama nêzîkatiya dijminatiyê ye.” Temellî anî ziman dema parêzer diçin emniyetê mafê wan ê parastinê tê astengkirin û ew ê li dijî vê yekê û astengkirina mafê parastinê biçin serî li HSK’ê bidin û gilî bikin.

'KAMPANYA HILBIJARTINÊ BI TUNDIYÊ BIRÊVE DIBIN’

Temellî diyar kir ku operasyona binçavkirinê li dijî hilbijartinên herêmî ye û wiha domand: “Ev tiştên niha diqewimin berê jî gellek caran hat serê me. Beriya hilbijartina 24’ê Hezîranê tifaqa AKP û MHP’ê kampanyaya hilbijartinê bi heman rêbazan birêve bir. Bi desteka walî, qeyûm, qeymeqam, esker, polîs, dozger û dadgeran li dijî gelê me û endam û rêveberên me zextan û tundiyê dikin. Kampanya xwe ya êrîşan dane destpêkirin. Bi zimanê tehdîdkar ê Erdogan tundiyê û binçavkirinan destpê kir.”

‘EM Ê KAMPANYA SIYASETA DEMOKRATÎK BIDIN DESTPÊKIRIN’

Temellî da zanîn ku ew ê kampanya “Siyaseta Demokratîk” bidin destpêkirin û wiha got: “Em ê bi tevahiya gelê xwe re kampanya demokrasî û aştiyê bidin destpêkirin. Ev kampanya li dijî tundiyê, zext, êrîş, qeyûman, yên dixwazin siyaseta demokratîk tasfiye bikin hat destpêkirin. Em bang li hemû gelên Tirkiyeyê, jinan, kedkaran dikin û em dibêjin werin em hemû bi hev re vî aqlî li dijî siyaseta demokratik rawestînin.”

Temellî bang kir ku bila siyasetmedar û rojnameger bên berdan û got: “Yên ku li edaletê xwedî derkevin tenê ne gel e, di heman demê de dadgehin jî.”

‘BI HDP’Ê NIKARIN ÊRÎŞAN ZÊDE DIKIN’

Temellî pişt re pirsên rojnamegeran jî bersivand û got yên hatine binçavkirin kesên wê namzet bên nîşandan nînin û hêj pêvajoya wan a namzet nîşandanê dest pê nekiriye. Temellî anî ziman ku siyasetmedarên di binçavan de xebatên hilbijartina 24’ê Hezîranê birêve birin e û got: “Sûcdarkirin, sûcdariyek lêanîne. Feraseta ku nikare serkeftina HDP’ê têk bibe, bi awayek hov û tund bi ser partiya me ve tên.”

‘EM DIZANIN KÎ ÎXBAR KIRIYE: ERDOGAN’

Temellî bersiva pirsa der barê “îxbara bênav” di lêpirsînê de cih digire da û got: “Em dizanin kî îxbar kiriye. Erdogan her roj îxbar dike. Bi zimanek êrîşkar û nefrete diaxive. Tîne ziman ku partiya me rewa nabîne. Me baş îfade kir ku meseleya rewabûnê li ku tê nîqaşkirin. Divê Erdogan bi encamek çawa ji hilbijartina 24’ê hezîranê derket rewabûnê bide destpêkirin. Bi hîleyan û YSK’ê jî kir şirîkê xwe û bê rewabûna herî mezin pêk tîne. Rewabûna wan li holê ye. Hilbijartina herêmî nêz dibe û serî li rêbazên zext û êrîşkariyê didin.”

‘DELÎLAN JI AXAFTINÊN ERDOGAN HILDIBERÎNIN’

Temellî îxbara hatiye kirin wek “lêanînê” nirxand û got: “Lîsteya îxbaran û navê îxbar nîne. Henekê xwe bi mirovan dikin. Senaryo û fezlekên li hev anîne. Dixwazin civakê bitirsînin û taktîkên derûniya şer dixin dewrê. Berê jî van rêbazan gellek bikar anîn. Niha jî gellek hevalên me bi van dek û dolabên wan di girtîgehan de ne. Hevalên me li ser şahidên sexte û şahidên nepen di girtî ne. Ev operasyo bi temamî li hev anîne. Di destê wan de delîl nîne. Belge jî nînin. Çimkî li holê sûcek nîne. Teşîlatek emniyetê û farasetek ji axaftinên Erdogan ji xwe re kar derdixin hene.”

Temellî piştî civîna çapemeniyê çû serdana Tevgera Jinên Azad (TJA) a kû gellek aktîvîstên wê hatibû binçavkirin.

Serdanên Temellî yên li Amedê didomin.