Keskîn: Ji bo aştî û demokrasiyê deng bidin me

Parêzer Eren Keskîn ji bo hilbijartina Baroya Stenbolê namzeta Platforma Parêzerên Demokrat ên Azadîparêz e. Keskîn got, "Ez ji hempîşeyên xwe dixwazim ku ji bo aştî, demokrasî û mafên mirovan dengê xwe bidin me."

Baroya Stenbolê ku 40 hezar û 578 endamên xwe heye û yek ji mezintirîn baroyên cîhanê ye, 20-21'ê Cotmehê wê serok û rêveberiya xwe ya nû hilbijêre. Kongre wê li Navenda Kongreyê ya Halîçê pêk were. Heta niha 10 kesî namzetiya xwe ji bo Serokatiya Baroya Stenbolê eşkere kirine. Yek ji wan jî namzeta Platforma Parêzerên Demokrat Azadîparêz parêzer Eren Keskîn e. Eren Keskîn ku bi têkoşîna xwe ya ji bo mafên mirovan deng vedaye, niha Seroka Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê ye. Keskîn ji ajansa me re axivî.

Keskîn diyar kir, ji ber taybetmendiya pêvajoya heyî wê namzetî qebûl kiriye û got, "Bêhiqûqî li erdnîgariya me derketiye asta herî bilind. Bi taybetî hewl didin parêzeran bê çare bihêlin û ji holê rakin. Halbûkî ji bo bilêvkirin û nîşandana binpêkirina mafên mirovan, cihê hiqûqnasan her tim girîng e. Gotinên gelekî girîng anîn ziman. Em ê jî vê bidomînin. Ji ber vê yekê, ji bo em gotina xwe bêjin, ez bûm namzet."

'ZEXTEKE GIRAN LI PARÊZERÊN KURD Û ŞOREŞGER TÊ KIRIN'

Keskîn qala karê xwe yê piştî hilbijartinê kir û got, "Em dixwazin 1915'an, meseleya Kurd, şîdeta polîtîk a li dijî jinan, mafên LGBT+Î bixin rojevê. Em ê vê yekê bikin." Keskîn destnîşan kir ku ew ê li gorî danezana mafên mirovan tevbigerin ku Tirkiyeyê jî mohra xwe daniye binî.

Eren Keskîn işaret bi zêdebûna zextên li ser parêzeran kir û bi dewamî got, "Gelek doz li parêzeran hatine vekirin. Gelek hevalên me yên parêzer girtî ne. Em zanin ku baro jî di vê mijarê de bi cotstandartî tevdigere. Bi taybetî zexteke giran li ser parêzerên Kurd û şoreşger heye. Lê ev parêzer ne xema baroyê ne. Em dibînin ku baro bi nêzîkatiyeke hiqûqê nêzî van mirovan nabe."

EM JI BO AŞTÎ Û MAFÊN MIROVAN HENE

Keskîn da xuyakirin ku Baroya Stenbolê li pêşberî binpêkirina mafên mirovan ên li Tirkiyeyê timî bi xemsarî tevgeriya ye û got, "Li dijî vê yekê em namzet in. Ji bo parastina mafên hempîşeyên xwe, em namzet in. Em dixwazin erdnîgariya ku em lê ne demokratîk bibe. Em dixwazin pîvanên hiqûqa demokratîk bi cih werin anîn û aştî û mafên mirovan esas bên girtin."

BANGA LI PARÊZERAN

Keskîn bang li parêzerên ku dengê xwe bidin kir û got, "Ji bo baroyeke beşdar, ji bo parastina azad a nêrînan, em baroyeke ku serî li ber desthilatdariyê natewîne û her tim hiqûqê ji xwe re esas digire, dixwazin. Ji ber vê yekê em namzet in. Em ê karekî baş bikin.

Ji hemû hempîşeyên xwe yên ku ji demokrasî, azadî û hiqûqê bawer dikin dixwazim, ji bo aştî, demokrasî û mafên mirovan dengê xwe bidin me."