Destgîrkirin didome, ji doza Ozgur Gundemê kes bernedan

Ji 100 kesan zêdetir ên di çarçoveya du lêpirsînên cuda yên bi navenda Amedê ku duh hatibûn destgîrkirin, 20 jê piştî lêpirsîna wan a li Midûriyeta Polîsan bi dawî bûn, hatin berdan.  

Di operasyona destgîrkirinê de ya bi çarçoveya lêpirsîna di navbea salên 2017 û 2018’an a bi navenda Amedê ku duh li 9 bajaran pêk hatibû , polîsan d serê sibê bi ser gelek malan de girtin û ji 100'î zêdetir rojnameger û siyasetmedar hatin destgîrkirin. Kesên li Êlih, Mêrdîn, Edene, Stenbolê û bajarên din hatin destgîrkirin anîn Midûriyeta Polîsan a Amedê. 

Neslîhan Karacadag, Leyla Tekdag, Engîn Karabayîgît, (rêveberê HDP’ê) Şehmûs Karayil, (rêvebera berê ya HDP’ê) Muazzez Canpolat, (endama TUHAT-FED) Nalan Ozaydin, (BTS) Veysel Ozektî, (Tum Bel-Sen) Fuat Ozdemîr, Habîbe Ekîncî, Halîse Yavûz, Pinar Siraç Kalkan, Ruken Koyun, Ayşe Koyun, Necla Tanrîş, Nacî Tanrikûlû, Hanim Bîçîmlî, Rûken Akçan, Lamîa Kûmral, Emel Ozgen û Zehra Ozdemîr ên lêpirsîna wan ha li Midûriyeta Polîsan bi dawî bûn, şevê dî hatin bedan. 
 
TERORA DESTGÎRKIRINÊ DIDOME
 
Di çarçoveya lêpirsînê de derbarê 151 kesan de biryara destgîkirinê hatibû dayîn. Operasyona destgîrkirinê ya kesên li malên xwe nehatin dîtin berdewam dike. 
 
Lêpirsîna rojnameger û siyasetmedarên hatin destgîkirin ên li Midûriyeta Polîsan a Amedê berdewam dike. 

DOZA OZGUR GUNDEMÊ: REHÎNKIRIN BERDEWAM E!

Doza endamên desteya şêwrê ya weşanê ya rojnameya Ozgur Gundemê, ku rojname bi BHQ'yê hatibû girtin, nivîskar Asli Erdogan, Zimanzan Necmîye Alpay û 7 nûçegihanan li Dadgeha Cezayê Giran a 23'yan a  Stenbolê cara 10'an pêk hat.

Eren Keskîn çêl li darizandinê kir û got darizandin dijî wan peymanên navnetewî ye ku Tirkiyê îmza xwe li wan xistiye û got, ji nivîseke ku wê nenivisiye tê darizandin û ev binpêkirina mafê azadiya derbirînê ye.

Şandeya Dadgehê biryar da ku Kemal Sancilî girtî bimîne û qedexeya derketina derveyî welat a li ser Keskîn rabe û doz taloqî 17'ê Çile ya 2019'an kir.