Komkujî û terora dewletê hate şermezarkirin

Li Enqerê kesên ku di Komkujiya Enqerê ya 10'ê Cotmehê de hatin kuştin, hatin bibîranîn, li Şirnex û Amedê jî terora dewletê hate şermezarkirin û hate xwestin ku destgirkirî werin berdan.

AMED :Li Amedê pêkhateyên bajêr, operasyona qirkirina siyasî ya li ser nûçegihan û siyasetmedaran şermezar kir, kesên ku di komkujiya Enqerê de hatin kuştin bi bîr anîn.

Çalakî li ber avahiya bajêr  a HDP'ê ya Amedê, bi tevlêbûna Hevserokê KCD'ê, wekîl û endamên Meclîsa Partiyê yên HDP'ê, endamên Meclîsa Partiyê û Desteya Rêveberiya Navendî yên DBP'ê pêk hat.

Wekîla Amedê Salih Aydenîz got operasyon anîn ser roja salvgera Komploya 9'ê Cotmehê, tecrîda li ser Ocalan bi aramnca bêdenkkirin civakê ye û got, ''Piştî ku serokê AKP'ê Erdogan partiya me û pêkhateyên me hedef nîşan da operasyonê qirkirina siyasî zêde bûne'' û diyar kir ku ew ê li ber van operasyonên qirkirina siyasî serê xwe netewînin.

ŞIRNEX

Li Şirnexê jî komploya 9'ê Cotmehê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û operasyona destgîrkirinê ji hêla HDP, DBP, TJA'yê ve hate şermezarkirin. Çalakî li avahiya rêxistina HDP'ê ya bajêr a HDP'ê hate kirin, di çalakiyê de rêveberiyên bajêr û navçeyan, Dayikên Aştiyê jî hazir bûn.

Hevseroka Bajêr a HDP'ê Zeynep Unat di çalakiyê de axivî û got, ''Tecrîda teqez a li ser Birêz Ocalan her wiha ji bo bêdengkirina civakê û daxwazên aştiyê bifetisîne hatiye sazkarkirin.''

Unat bi domdarî got, 'Birêz Ocalan bi helwesta ku li Imraliyê nîşan dayî, aramnca gemarî û taloke ya li komloya navdewletî pûç kiriye'', bal kişande ser tecrîda li ser Ocalan û got, ''Werin em bi hev re vê tecrîqa teqez bişkînin û bi dengê aştiyê faşîzmê hilweşînin''.

ENQERE

Qurbaniyên di Komkujiya 10’ê Cotmehê de jiyana xwe ji dest dan li ber Garê hatin bibîranîn. Hevseroka 10'ê Ekîm-Derê Mehtap Sakinci Coşgun got: “Mitînga aştiyê ya nîvco ma em di sala sêyemîn de şîara aştiyê qîr bikin. Piştî 3 salan em li cihê qûrbaniyan e.” 
Welatiyên derdorê bertek nîşanî helwesta polîsan dan û got: “Roja komkujiyê hûn li ku bûn?”  

POLÎSAN GAZA ÎSOTÊ AVÊT  

Di navbera malbatên qurbaniyan û polîsan de rageşî qewimî. Polîsan gaza îsotê reşand malbatan. Parlamenterên HDP û CHP’ê ketin navberê û rageşî bi dawî bû. Piştî vê rageşiyê hemû kesî berdan qadê. Welatiyan bariyerên polîsan xera kirin û dirûşmên “Qatil DAIŞ hevkar AKP” û “Dewleta qatil wê hesab bide” berz kirin.  

'EM Ê HESABÊ HEVALÊN XWE BIPIRSIN’  

Li gel hemû astengiyan bîranînê saet di 10.04’an de dest pê kir. Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî, Parlamenterên HDP’ê û CHP’ê, Serokên Giştî yên KESK, DÎSK, TTB û TMMOB’ê, nûnerên saziyên civakî û gellek kes beşdar bûn. Bîranînê bi rêzgirtinê dest pê kir. Seroka Giştî ya DÎSK’ê Arzu Çerkezoglu ewil axivî û heta hemû berpirsên komkujiyê bên darizandin wê têkoşîna wan dewam bike û wê hesabê hevalên xwe bixwazin. Çerkezoglu got ew sond dixwin ku wê dest ji têkoşîna xwe bernedin û dê qurbaniyan ji bîr nekin.  

'PIŞTÎ 3 SALAN EM AŞTIYÊ QÎR BIKIN’  

Piştî Çerkezoglu, Hevseroka Komeleya Aştî û Piştevaniyê ya 10’ê Cotmehê Mehtap Sakinci Coşgun axivî û wiha got: “Piştî komkujiyê cara ewil e li cihê komkujiyê saet di 10.04’an de em hevalên xwe bi bîr tînin. Ev 36 meh e em bi sebr in û têkoşîna xwe dewam dikin. Em wek mirovên agir bi mala wan ket hatin vir tiştek bêjin. Mitînga aştiyê ya nîvco ma em di sala sêyemîn de dirûşma aştiyê berz bikin. Em ê daxwaza aştiyê her bînin ziman. Em ê dest ji aştî û demokrasiyê bernedin. Êşên me yên pir mezin hene lê ewqas jî peyîrek me ya bi rûmet heye. Piştî 3 salan em li cihê qûrbaniyan e. Em ê tiştên zor bi ser bixînin û em dest ji têkoşîna xwe ya edaletê bernedin. Pergal her ku me qetil bike, em ê her li vir bin û dest ji vir bernedin. Em ê tim li kolan û qada bin û gotina xwe bêjin û dest ji têkoşîna xwe bernedin.”