Komkujiya Enqereyê hat şermezarkirin, qurbanî hatin bibîranîn

Koordînasyona Ked û demokrasiyê ya Stenbolê, ji bo kesên di komkujiya Enqerê de bûyî qurbanî li ber Îskeleya Kadikoyê çalakiyeke bibîranînê lidar xist.

Di 3. salvegera komkujiya Gara Enqereyê de 103 kesên di komkujiyê de jiyana xwe jidest dayî, bi çalakiyike girseyî li ber îskeleya Kadikoyê hatin bibîranîn.

Di vê çalakiya bi pêşengiya Koordînasyona Ked û Demokrasiyê pêk hatî de, ligel DÎSK, Platformên Şaxên Stenbolê yên KESK’ê, xwendekarên zanîngehê, gelek partiyên siyasî û rêxistinên demokrasiyê tevlî bûn.  

Çalakiya di bin dorpêça polîs de pêk hatî bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Di çalakiyê de wêneyên qurbaniyên komkujiyê hatin bilindkirin û dirûşmeyên, “10’ê Cotmehê jibîr neke, nede jibîrkirin”, “Li dijî faşîzmê mil bi mil têkoşîn”, “Wê kujer hesab bidin”, “Şehîd namirin”, “bijî biratiya gelan”, “Wê hesabê 10’ê Cotmehê bê pirsîn”, “Şehîdên aştiyê nemir in” hatin berzkirin.

Di çalakiyê de beşdarvan axivîn û bal kişandin li ser rola dewletê ya di komkujiyê de.

Çalakî bi xwendina navê qurbaniyên di komkujiyê de jiyana xwe jidest dayî bi dawî bû.