Êdî dem e ku îrade bê nîşandan

Erkeke sereke ya hêzên siyasî yên Kurd û gelê Kurd e ku şerê psîkolojîk yê Tayyîp Erdogan pûç bike. Erka yekem a têkoşînê pûçkirina şerê psîkolojîk e. Heta ku ev şer neyê pûçkirin mirov nikare di têkoşîna siyasî de serketî be.

Tayyîp Erdogan got, heger ew kesên behsa azadî Kurdan, demokrasiyê, çand û hebûna Kurdan dikin, bibin şaredar, em ê wan qebûl nekin û bi qeyûman rêya  xwe dewam bikin; ev gotara wî tinehesibandina îradeya Kurdan e. Ev dijminatiyeke eşkere ya li dijî Kurdan e. Tinehesibandina îradeya siyasî ya Kurdan, tinehesibandina Kurdan e. Êdî Tayyîp Erdogan eşkere îfade dike ku Kurdan tine dihesibîne. Jixwe, mirov nikare ji kesekî ku dema bû desthilat gotî, “tu lê nefikirî, pirsgirêka Kurd jî wê nebe” hêviya tiştekî din bike.

Ev gotara Tayyîp Erdogan parçeyeke şer e ku 24´ê Tîrmehê hat gurrkirin. Ev gotar bi xwe jî şerek e. Vî şerî dikin da ku îradeya siyasî ya Kurdan bişkînin û ji holê rakin. Lewma jî gefxwarina ji bo hilbijartinên xwecihî jî weke parçeyekî vî şerî hatiye îfadekirin. Êdî li Tirkiye û Kurdistanê her gotara desthilatdariya AKP-MHP´ê, her îcraeta wê divê mirov elaqedarî şikandina îradeya gelê Kurd binirxîne. Heta ku mirov bi vî rengî lê serwext nebe, mirov nikare têkoşîneke bitesîr bike.

Di vî şerî de ji bilî êrîşên fizîkî, girtin û zextên wekî van, şerê psîkolojîk jî bi zêdeyî tê bikaranîn. Beşa mezin a şerê li dijî gelê Kurd, şerê psîkolojîk e. Perwerde beşeke girîng a şerê psîkolojîk ê li dijî Kurdan e. Çapemeniyê bi temamî tê bikaranîn ji bo ku îradeya Kurdan bişikînin û wan bi nasname bihêlin. Propaganda û ajîtasyona partiyên siyasî bi temamî ji bo şikandin û tinehesibandina îradeya Kurdan e. Nexasim jî ji wê roja ku gotî, “va ye Kobanê ket” û vir ve, tevahiya axaftinên Tayyîp Erdoganî şerê psîkolojîk in b armanca şikandina îradeya Kurdan. Lewma jî, heta ku mirov beramberî Tayyîp Erdogan û amûrên propagandayê yên ku hedefa wan qirrkirina Kurdan e, xurt û xemsar nebe, xwe li wan kerr neke, ne hêsan e ku mirov gelê Kurd bike xwedî îrade, ji bo azadiyê têbikoşe. Girîng e ku mirov bizane her axaftina Tayyîp Erdogan bi armanca şikandina îradeya siyasî ya Kurdan e, û li gorî vê bibe xwedî helwêsteke bi îrade.

Şerê li dijî Kurdan, şerê şikandina îradeyê ye. Kurd jî li hemberî vê ji bo ku bibin îrade li ber xwe didin. Ango, erkeke sereke ya hêzên siyasî yên Kurd û gelê Kurd e ku şerê psîkolojîk yê Tayyîp Erdogan pûç bike. Erka yekem a têkoşînê pûçkirina şerê psîkolojîk e. Heta ku ev şer neyê pûçkirin mirov nikare di têkoşîna siyasî de serketî be. Şerê psîkolojîk ê Tayyîp Erdogan nîşan dide ka gelê Kurd û hêzên wî yên siyasî têkoşîneke çawa bikin. Heger Tayyîp Erdogan rêveberiyên cihî û herêmî evqasî girîng dibîne û hewl dide pêşiyê li Kurdan bigire da ku neçin ser sindoqan, hingê Kurd divê di hilbijartinên cihî de bi rêjeya herî zêde biçin ser sindoqan û vî şerê psîkolojîk li şikestê biqelibînin. Axaftina Tayyîp Erdogan a ku pê digot, ew ê qeyûm wezîfedar bike, êdî kiriye ku hilbijartina demokratên welatparêz di hilbihjartinên cihî de ji bo Kurdan bibe meseleyeke namûsê. Ya rastî, ev ê bibe bersiva herî baş ji bo hemû zextên heta niha kirî jî. Bi vî aliyê xwe jî axaftina Tayyîp Erdoganî baş bûye. Ev axaftin wê kîna Kurdan rake, wan han bide da ku îradeya xwe ya siyasî deynin holê.

Axaftina Tayyîp Erdogan îfadeya bibinketina beramberî Kurdan e. Tayyîp Erdogan hewl dide ku bibinketina xwe  îdeolojîk û siyasî bi zext, şidet, girtin û şerê psîkolojîk telafî bike. Lê belê heger gefxwarin êdî gihiştibe vê qonaxê, hingê zehmet e ku zêhniyet û siyaset bi ser keve. Di dîroka Tirkiyeyê de ti siyasetvanî û ti rêveberê dewletê gefeke wiha nexwariye. Ev gefxwarin nîşana lawazî û qelsiyê ye. Lê belê, ev jî rastiyek e ku desthilatdariyên lawaz û qels timî zorê û zilmê bi kar tînin.  Lewma, girîng e ku li dijî van êrişan mirov karibe berxwedanê bi pêş bixe. Naxwe, ev desthilatdariya lawaz, wiha xweber nikare bi bin bê xistin.

Dema ku mirov dêhn û bala xwe bidiyê, piştî gotina “em ê qeyûm wezîfedar bikin“, girtin zêde bûn. Ji ber ku dizane ku tenê bi gefxwarinê nikare di hilbijartinên cihî de bi ser keve. Di şikandina îradeya siyasî de girtin timî weke rêbazekê tên bikaranîn. Ji ber vê yekê, li dijî Kurdan ev rêbaz, di wê astê de ku li ti devera din a dinyayê nebe, pêk tê anîn. Lewma, têkoşîna li dijî van girtinan girîng e. Her girtin divê bibe hinceteke têkoşînê. Lê belê ha li ser vê mijarê, qelsiyeke vînê, zaefek heye. Nexasim jî wezîfeya hêzên siyasî ye ku vê qelsiyê ji holê rakin. Heger rexne wê li hêzên siyasî yên Kurd û hêzên demokrasiyê bê girtin, divê mirov li ser vê mijarê rexneyê li wan bigire. Yan na, sedema hebûna wan bi xwe wê bêmane be.

Êdî zelal bûye ka desthilatdariya AKP´ê çi ye. Çapemeniya nêzî desthilatdariya AKP´ê yek nûçeya bi tenê jî li ser Komkujiya Gara Enqerê çênekir, ev jî radixe ber çavan ka hevkarên sûc ên vî sûcê komkujiyê kî ne. Helwêsta beramberî Komkujiya gara Enqerê ya 10´ê Cotmehê delîleke ji bo wê yekê ku ev desthilatdarî wê her tiştî bike ji bo ku li ser piyan bimîne. Zêhniyeta ku hilbijartinan qebûl neke jî, helwêsta beramberî vê komkujiyê jî xwedanader a heman armanca siyasî ye. Ji ber vê yekê, heger xweamadekirina ji hilbijartinên cihî re bi têkoşînê re di zik hev de be, manedar e. Bêguman, ev têkoşîn hevparbûna Kurdan û hêzên demokrasiyê îcbarî dike. Heger bi vê bîreweriyê mirov rê deyne ber xwe, hingê pêvajoya hilbijartinên cihî bibe destpêka dawiya desthilatdariya AKP´ê.

ÇAVKANÎ YENÎ OZGGUR POLÎTÎKA