Kartal roja 96'an a rojiya mirinê:Bi berxwedanê em bi ser ketin

Girtiyê nexweş Vefa Kartal ku li Girtîgeha Tîpa F'yê ya Nimro 1 a Tekîrdagê girtî ye, di roja 96'a de dawî li rojiya mirinê anî.

Vefa Kartal ku bi cezayê miebeta girankirî ev 24 sal in li girtîgehê ye bi daxwaza bicihanîna mafên sereke yên mirovî, başkirina şertên girtîgehê û pêkhatina tedawiyê 5'ê Tîrmehê dest bi rojiya mirinê kiribû.

Li gorî daxuyaniya ku malbatê dayî girtiyê siyasî Kartal got, ''Piştî hevdîtinên ku hatin kirin biryar daye ku dawî li rojiya mirinê bîne'.

Malbatê got, ''Di qonaxa berdest de berxwedan bi ser ketiye, zilm û bêrûmetî têk çûye''.

KARTAL: TI CARÎ SERÊ XWE NATEWÎNIM

Li gorî daxuyaniyê di hevdîtinê de ya roja Çarşemê Kartal wiha gotiye:

''Ez endamekî vî gelî û parçeyek ji vî gelî, min ji gelê xwe bawer kir û min biryar li ser berxwedanê da. Baweriya me pûç derneket. Li gel şertên zidanê û nebûna ragihandinê jî daxwaz hatin ragihandin û bihîstyariyek çêbû. Bi destê berxwedanê girtin û dengê me gihandin. Ez malavahiyê li wan dikim. Bi vê berxwedanê ku min jiyana xwe ji çav derxist û dest pê kirî, min nîşan da ku ti caran li ber zilmê, ferzkirinê û bêrûmetkirinê serê xwe natewînim. Bila her kes bizanibe ku ji niha û şûn de jî ti caran serê xwe natewînim.''

Malbatê got ew bi şanazî li baweriya Kartal xwedî derketine û destnîşan kir ku desthilata AKP'ê ji bo ku berxwedanê bifetisîne hemû amûr bi kar anîne.

'EM BI BERXWEDANÊ BI SER KETIN'

Di daxuyaniyê de hate gotin: ''Bi hemû derfetên di dest de êrîş anîn. Bi qasî ku daxuyaniyên wiha bidin ku berxwedan hesabpirsîneke navxwe ya PKK'ê ye û berxwedana li dijî PKK'ê ye ji rê derketin. bi rêbazên propagandaya reş ku 'hesabpirsîneke navxwe û dijî rêxistinê dike' xwestin ku vê berxwedanê bilewitînin û bişkînin, divê were zanîn, ti propagandya reş nikare me ji doza me û hevrêyên me qut bike (...) Dema ku ji roja ku me dest bi rojiya mirinê kirî li niha binere em hê xurtir in. Me ev bi berxwedana xwe û bihistyariya ku hatî avakirin pêk anî.

Di berxwedana rojiya mirinê de ti carî me xwe tenê nedît. Dîroka me û rêça me ya berxwedanê bûne nirxên me yên moralê. Bi hêza ku me ji wir standî, di roja 96'an de berxwedana rojiya mirinê hatiye qedandin. Lê berxwedana didome.

Malavahiyê li Hevserokên me yên Partiya Demokratîk a Gelan, Komeleya Mafê Mirovan, Odeya Tabîba û parêzerên me yên dildar, hunermendên ku destek dane me û wan nûçegihanan dikin ku dengê me 96 rojan gihandin.

Spasiyê li Girtiyên Azad dikim ku di maweya berxwedanê de bi nameyan em tenê nehiştin û rûmet û sedema jiyana me ne. Em malavahiyê li hunermendên dost dikin ku di her platformê de berxwedana me anîn ziman, li Odeya Tabîban a Tekîrdadgê ku ji bo êş bi dawî bibe û tedawiya bi zorê asteng bike, hewl daye, malavahiyê li hemû dost û hevalan dikin ku em ji hezkirin, destek û hevgirtina xwe bêpar nehiştine.
Piştî ku pêvajoya nexweşxanê bidawî bû û Vefa Kartal rewşa tenduristiya wî baş bû wê têkoşîna xwe bidomîne. Ji bo ku ev pêvajo were şandin em bang li raya giştî û saziyan dikin ku bihisyar bin.''