Qurbaniyên komkujiya Enqereyê li Bernê hatin bîranîn

Kesên di Komkujiya Garê ya Enqereyê de jiyana xwe ji dest dan, li bajarê Bernê yê Swîsreyê hatin bîranîn.

Civîna bîranînê li Navenda Civaka Demokratîk a Kurdistanê ya Bernê pêk hat û bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna aştî û azadiyê dest pê kir.

Di merasîmê de findên nivîsa 'aştî' li ser hebûn hatin vêxistin û wêneyên qurbaniyên komkujiyê li salonê hatin daliqandin. Her wiha li ser komkuijyên ku dewlet li dijî aştîxwazan dike sînevîzyonek hate nîşandan.

Di civîna bîranînê de şahidên komkujiya Enqereyê axivîn û gotin, "Ji bo daxwaza xwe ya aştî û azadiyê bînin ziman em wê rojê li wir bûn. Ev komkujiya ku eşkere bû bi destê dewletê hatiye kirin, li dijî gelan bû ku daxwaza aştî û demokrasiyê dikirin."

Yek ji şahidên Komkujiya Enqereyê Cem Kalkandelen jî got, "Wê wextê ez li Zanîngeha Mersînê xwendekar bûm. Bêyî agahiyê bidim malbata xwe çûbûm Enqereyê. Dema ku bombe teqiyan ez birîndar bûm. Piştî çend saetan malbata min li min geriya. Ji min pirsî bê li Enqereyê me yan na. Min ji wan re got, 'Ez ne li Enqereyê me'. Halbûkî wan di nûçeyan de ez di govendê de dîtibûn. Dikarîbû ez bibûma yek ji bi sedan kesên jiyana xwe ji dest dan."