Roja Yekşemê li taxa Yenîmahalle ya navçeya Hendek a Sakaryayê, Kurdê bi navê Kadîr Şakçi (43) û kurê wî Bûrhan Sakçi (16) ji ber ku bi Kurdî axivîn bûn hedefa êrîşeke çekdarî. Kadîr Şakçi ji ber êrîşê jiyana xwe ji dest da, kurê wî Bûrhan Şakçi bi giranî birîndar bû.
Serokwekîlê Koma HDP'ê Ayhan Bîlgen îro li Meclîsê civîneke çapemeniyê li dar xist û bal kişand ser êrîşa nîjadperestî ya li Sakaryayê.
Bîlgen diyar kir, helwest û zimanê ku desthilatdarî bi kar tîne cesaretê dide kujeran û rê li ber dijminahiyê vedike. Bîlgen got, "Siyaseta li Enqereyê li ser bingeha hedefnîşandana siyasetmedaran tê meşandin. Ev yek jî rê li ber nefret û dijminatiyê vedike. Berdêlên vê jî roj bi roj giran dibe."
Bîlgen got, ev bûyera dijminane nîşan dide ku divê siyasetmedarên li vî welatî çiqasî hay ji gotinên xwe hebe. Heke ne wisa be wê ev zimanê desthilatdariyê bibe sedema cihêkarî, dijminatî, şer û kuştinan. Divê desthilatdarî dev ji vî zimanê xwe yê erzan ku siyasetmedar, çand, bawerî, gel, civak û nasnameyan hedef nîşan dide û neyartiyê dike berde. Ev ziman bi kêrî kesî nayê û wê li xwediyê xwe vegere."