Li Girtîgeha Bûrhaniyeyê 4 girtî 6 rojin di greva birçîbûnê de ne
Li Girtîgeha Girtî ya Tîpa T a Bûrhaniye ya Balikesîrê, 4 girtiyên jin 6 roj in di greva birçîbûnê ya bê dawî û bê dorveger de ne.
Li Girtîgeha Girtî ya Tîpa T a Bûrhaniye ya Balikesîrê, 4 girtiyên jin 6 roj in di greva birçîbûnê ya bê dawî û bê dorveger de ne.
Li Girtîgeha Girtî ya Tîpa T a Bûrhaniye ya Balikesîrê, Fîgen Şahîn a beriya niha êşkence lê hate kirin, tevî Emîne Kiliç, Gulîstan Tekîn û Çîgdem Şakar 6 roj in di greva birçîbûnê ya bê dawî û bê dorveger de ne.
Şahîn bi rêya telefonê bi xwişka xwe Nîrgul Tûrhal re axivî û jê re qala çalakiya xwe kir. Şahîn diyar kir, heta ku encamê bigirin wê çalakiya xwe bidomînin.
Di peyama Şahîn de wiha hate gotin: "Rewşa min û hevalên min, moralê me baş e. Berxwedana ku li girtîgehan hemûyan dest pê kiriye, moralê me jî bilind dike. Ji ber ku me jî ev ala serketinê hildan e, em gelekî bi coş û kêfxweş in. Em ji dil û can bawer dikin ku em ê bi ser bikevin. Li me nefikirin, eger em bi moral bin û sekneke bi serbilindî nîşan bidin, em ê bi ser bikevin. Ji xwe em ne di pêvajoyeke asayî de ne... Sala nû wê bibe sala berxwedana me. Em daxwaz û berxwedana Leyla Guven silav dikin. Daxwaza wê daxwaza me ye."