Temellî: Divê heyetek tavilê biçe Îmraliyê

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî diyar kir, divê heyetek tavilê biçe Îmraliyê û got, "Ya tecrîd ya jî demokrasî."

Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezaî Temellî li parlamentê di civîna koma partiya xwe de axivî.

Temellî işaret bi tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir û got, "Sedema herî girîng a bê edaletiyê, tecrîd e. Ya ku li ser Ocalan tê ferzkirin tecrîd e. Ji ber vê yekê, divê temamiya Tirkiye li ber tecrîdê rabe. Tirkiye niha di nava rewşa 'ya tecrîd, ya demokrasiyê' de ye.

Ji ber vê yekê jî alîgiriya demokrasiyê tê wateya rabûna li ber tecrîdê. Demokrasî tê wateya têkbirina zîhniyeta tecrîdê. Em careke din bang li tevahiya Tirkiyeyê dikin. Werin em bi hev re li ber tecrîdê rabin. Tecrîd ne tenê meseleya Kurdan e. Belê çareserkirina meseleya Kurd li Îmraliyê dibe. Lê belê ji vê jî wêdetir, tecrîd îro li pêşiya demokrasiyê asteng e. Tecrîd li ser civaka Tirkiyeyê tê ferzkirin. Werin, em tecrîdê bi dawî bikin, vê zordariyê ji holê rakin."

'DIVÊ HEYETEK TAVILÊ BIÇE ÎMRALIYÊ'

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî bi bîr xist ku Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven 48 roj in di greva birçîbûnê de ye û wiha dewam kir: "Leyla Guven rûmeta me ye. Li refên herî pêş ên têkoşînê bi biryardarî li ber xwe dide. 48 roj in em vê bangê dikin. Em dibêjin; Guh bidin dengê Leyla Guven, guh bidin dengê rastiyê. Bêyî ku dereng bikeve bi berpirsyarî rabin. Lê mixabin ji bilî HPD'ê mûxalefeta civakî vê nabihîze, nabîne. Hevalên me yên li Ewropayê, hevalên me yên li Kurdistana Federe, gelek hevalên me destekê didin Leyla Guven û greva birçîbûnê dikin. Ji vê jî wêdetir, gelek hevalên me yên li girtîgehan di greva birçîbûnê de ne. Li gelek girtîgehan greva birçîbûnê ya bê dorveger dest pê kirin. Divê ev sekna bi biryar a greva birçîbûnê bê dîtin. Girîng e parêzerên Birêz Ocalan tavilê biçin Îmraliyê. Naxwe, wê êşên giran li Tirkiyeyê rû bidin ku telafiya wan ne pêkan e. Em ê sibê beşdarî rûniştina doza Leyla Guven bibin a li Amedê."

'EM Ê HESABÊ ROBOSKÎ TEQEZ BIPIRSIN'

Di dewama axaftina xwe de Temellî bi bîr xist ku çend rojên din salvegera 7'an a komkujiya Roboskî ye ku 28'ê Kanûna 2011'an bi balafirên şer 34 welatiyên sivîl hatin kuştin.

Temellî got, "Serokê Fermandariya Giştî yê wê demê ji ber vê yekê hate pîrozkirin. 34 Kurd hatin kuştin. Mîna ku Ferhat Encu got, 'eger em vê yekê ji bîr bikin bila dilê me hişk bibe'. Em ê hesabê vê teqez bipirsin."

KUŞTINÊN JI BER NÎJADPERESTIYÊ

Hevserokê Giştî yê HDP'ê bal kişand ser nîjadperestiya ku li dijî Kurdan tê kirin û got, "Karkerên li balafirgehê dixebitîn ji ber ku li stranên bi Kurdî guhdarî kirin hatin destgîrkirin. Li Sakaryayê bavek ji ber ku bi kurê xwe bi Kurdî diaxivî hate kuştin. Walî dibêje 'provokasyon' e. Ev mirov ji ber ku Kurd bûn hatin kuştin. Belê, em Kurd in."

Temellî anî ziman, sedema van sûcan siyasî ye û got, "Sedema vê yekê dijminatiya desthilatdariyê ya li Kurdan e. Ev yek polîtîkaya şer a desthilatdariyê ye. Dest dirûşmên şerxwaziyê kirin. Amadekariyê dikin ku li Rojava, li Sûriyeyê dîsa şer bikin."

'ROJAVA XEWN Û XEYALA GEZÎ YE'

Di dewama axaftina xwe de Temellî bal kişand ser gefên dagirkirinê yên dewleta Tirk ên li dijî Rojava û wiha pê daket: "Çima Rojava dikin hedef? Çima Rojava dike dijminê xwe? Hesab hemû ji vir dest pê dikin, ji meseleya Rojhilata Navîn. Belê Rojava cihekî li nava Sûriyeyê ye. Li dijî hesabên hêzên derve yên ku dixwazin li gorî xwe rejîmekê ava bikin, Rojava ew cih e ku hêviya jiyaneke cuda lê şîn bû. Rojava navê hêviyê ye, lewma hewl didin Rojava bifetisînin û hêviyê ji holê rakin. Em ê ti carî destûrê nedin vê."

Temellî qala sîstema xweseriya demokratîk a li Rojava kir û got, "Rojava xewn û xeyala Gezî ye. Cih û warê jinan e ku bi wêrekî xwedî li azadiya jinê tê derketin. Serketina jinan a li dijî DAÎŞ'ê ye. Bi navê HDP'ê em hêvîdar in ku hemû hêzên derve û çeteyên ji mejiyê DAÎŞ'ê tavilê ji wir derkevin. Em careke din bang li gelên Tirkiyeyê, bang li jin, ciwanan û mûxalefetê dikin: Werin em bi hev re li ber van polîtîkayên êrîşkar ên li dijî Rojava rabin. Desthilatdariya zordar a AKP û Erdogan ji bo 4-5 şaredariyan bi dest bixe, dixwaze êrîşî Rojhilata Navîn bike. Werin em bi hev re li ber rabin."

Li ser hilbijartinên xwecihî jî Temellî got, "Li Şirnexê, li Colemêrgê, li Wanê, li Amedê li ku derê qeyûm hebin, em ê wan deveran ji qeyûman paqij bikin."