ROJEVA 26'Ê KANÛNÊ

Rojeva Navenda Nûçeyan a 26'ê Kanûna 2018'an.

- Çalakiyên ji bo tenduristî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têne lidarxistin wê werin şopandin.

- Operasyonên li Bakurê Sûriyeyê yên li dijî DAÎŞ'ê têne kirin wê bên şopandin.

- Endamê Rêveberiya TEV-DEM'ê Hesen Koçer got, "Li ber Sûriyeyê du rê hene: Ya wê sîstemeke demokratîk ava bibe, ya jî wê sîstemeke selefî biafire." Koçer diyar kir, Kurd bi hêza xwe dikarin bi ser bikevin.

- Hêzên dewleta Tirk ku îsal 350 carî li Wanê avêtin ser malan, 1200 kes destgîr kirin, 223 kes jî girtin. Tevî ku bikaranîn û bazirganiya narkotîkê zêde ye jî, operasyonên li dijî narkotîkê tenê 44 caran hatin kirin.

- Gerîlayên YJA-Starê diyar kirin, PKK ji bo gelên Rojhilata Navîn bûye çavkaniya hêvî û jiyanê û gotin, "Hûn çi dikin bikin, hûn ê nikaribin pêşî li meşa serketinê ya PKK'ê bigirin."

- Hevserokê Partiya Yekîtiya Suryanî Senherîb Bersûm bal kişand ser gefên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û got, "Suryanî hemû wê li dijî dagirkeriyê li ber xwe bidin."

- Nobeda 'Azadî ji Ocalan re' ku li ber avahiya Konseya Ewropayê ya li Strasboûrgê pêk tê, dewam dike. Nobedarên vê hefteyê koma ji bajarê Pforzheîm ê Elmanyayê ye.