Qurbaniyên komkujiya Mereşê li Hambûrgê hatin bîranîn
Kesên ku sala 1978'an li Mereşê ji aliyê dewleta Tirk ve hatin kuştin, li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê hatin bîranîn.
Kesên ku sala 1978'an li Mereşê ji aliyê dewleta Tirk ve hatin kuştin, li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê hatin bîranîn.
Bîranîn ji aliyê Komeleya Piştgirî û Çanda Gundê Kaşanli ya Hambûrgê ve hate organîzekirin û gelek kes tevlî bûn.
Şeva bîranînê li dibistana Loûîse-Schrodr a li taxa Altonayê pêk hat û bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir.
Pîr Mûstafa Misir bi gulbangê dest bi şeva bîranînê kir û piştre li ser dîroka gundê Kaşanliyê axivî. Pîr Mûstafa Misir got, "Di komkujiya Mereşê de 16 kes ji gundê Kaşanliyê şehîd bûn. Gora 14 ji van nayê zanîn."
Serokê Komeleya Piştgirî û Çanda Gundê Kaşanliyê Adil Dîşlî jî diyar kir, hêzên ku dixwestin Elewî li Mereşê bibin xwedî hêz, komkujiyeke wiha kirin û hewl dan Mereşê ji Elewiyan paqij bikin.
Dîşlî got, diviyabû dewletê ji ber vê komkujiyê lêborînê ji mirovên Mereşê bixwasta, lê li şûna vê rabû mirovên ku di komkujiyê de cih girtin kir parlamenter.
Dervîş Koç ku di dema komkujiyê de li Enstîtuya Perwerdeyê xwendekar bû, diyar kir ku walî beriya komkujiyê ji wan re gotibû ku wê komkujî bibe.
Di şeva bîranînê de hunermendên ji Kaşanliyê Ozan Emekçî, Firat Îmîrza, Keyfo Guzel, Serdar Guzel, Alîşan Bûlût û hunermend Aşir Ozek hunera xwe pêşkêş kirin.