ROJANE
Hemû Nûçe
-
Temellî: Bi têkoşîna xwe em ê tecrîdê bi dawî bikin
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî nerazîbûn nîşanî wan derdoran da yên ku li hemberî çalakiya Leyla Guven bêdeng in. Temellî diyar kir ku divê tecrîd were rakirin. -
'Heta ku Ocalan azad nebe, kes ji me azad nabe
Di çarçoveya kampanya "Justîce For Kurdistan" de li qesra şaredariya Londonê resepsiyonek hate lidarxistin û daxwaza azadiya Ocalan hate kirin. -
Tirkiye di warê rojnamevanên girtî de di rêza sêyemîn de ye!
Tirkiye di warê rojnamevanên girtî de, di rêza sêyemîn de ye. Di sala 2018’an de li cîhanê 80 rojnamevan hatin qetilkirin. -
Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji bo dîtina muwekîlê xwe serî li dozgeriyê dan. -
Li Tambovê greva birçîbûnê dest pê kir
Kurdên li navçeya Mîçûrînsk a Tambovê, ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê kirin. -
Kişanak jî kete greva birçîbûnê: Divê tecrîd rabe
Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak jî li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kete greva birçîbûnê. -
Berxwedana Ocalan, berxwedana mirovayetiyê ye
Akademîsyen Thomas Jefrey Mîley: Ocalan 20 sal in, di bin tecrîdeke giran de ye lê serkeftinên wî yên hebûnwarî û entellektueliyê berxwedana wî nîşan dide. Ev di heman demê de berxwedana mirovayetiyê ye. -
Li Hannoverê greva birçîbûnê
Ji bo bidawîkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li bajarê Hannover ê Elmanyayê greva birçîbûnê dest pê kir. -
Karasû: Tirkiye nikare bi me!
Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû ji rojnameya Le Temps a Swîsreyî re axivî. Karasû di mijara operasyoneke gengaz a Tirkiyeyê de got, "Ne dikare me ji vir derxîne, ne jî dikare bi me." -
Turkdogan: CPT bi erka xwe ranabe
Serokê Giştî yê ÎHD'ê Turkdogan diyar kir, tecrîda li Îmraliyê êdî veguheriye êşkenceyê û got, CPT bi erka xwe ranabe, Konseya Ewropayê (KE) jî bi rengekî siyasî nêzî binpêkirina mafên mirovan ên li vir dibe. -
ROJEVA 18'Ê KANÛNÊ
Rojeva Navenda Nûçeyan a 18'ê Kanûna 2018'an. -
Rojnamevan Candemîr hate berdan
Rojnamevan Oktay Candemîr ê ji bo îfade bide çûbûn qereqola polîsan a li Wanê hatibû destgîrkirin, hate berdan. -
Greva birçîbûnê ya li Moskowayê bi koma nû dewam dike
Greva birçîbûnê ya li Moskowayê ku li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kir, di roja sêyemîn de ye. -
Aboriya Tirk têk diçe: Rêjeya bêkariyê bû 11 ji sedî!
Aboriya Tirk serberjêr bûye û her têk diçe. Gel gilî û gazinan ji zam û hatineya kêm dike. Rêjeya bêjariyê jî her zêde dibe. -
Mizgefta Mûsilê ji nû ve tê çêkirin
Mizgefta El Nûrî ku yek ji sembolên Mûsilê ye û di dema şerê dijî DAÎŞ'ê de xera bû, ji nû ve tê çêkirin. -
'Cara yekê ye ku demeke ewqasî dirêj agahî ji Ocalan nayê girtin'
Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Serbay Koklu got, cara yekê ye ku demeke ewqasî dirêj agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nayê girtin. -
Li Montpellîer û Stûttgartê çalakiyên bîranînê
Li bajarê Montpellîer ê Fransayê, qurbaniyên komkujiyên Roboskî û Mereşê hatin bîranîn. Li bajarê Stûttgart ê Elmanyayê jî ji bo piştgiriya bi malbatên şehîdan re xwarina xêrê hate dayin. -
ROJEVA 17'Ê KANÛNÊ
Rojeva Navenda Nûçeyan a 17'ê Kanûna 2018'an. -
Nûçeyên sereke yên nava rojê
Nûçe û bûyerên sereke yên di nava rojê de qewimîn û derketine pêş... -
MLKP/Kurdistan: Ev agir ew ê her kesî bişewitîne!
MLKP/Kurdistan nerazîbûn nîşanî ‘terora faşîst’ a dewleta Tirk da û diyar kir ku rejîma Erdogan Tirkiyeyê dixe nav şerekî mezin. -
Bozgeyîk: Li dijî faşîzmê em ê bi hev re têbikoşin!
Hevserokê KESK'ê li mîtînga Amedê axivî, diya kir, heta niha li ber polîtîkayên faşîst serê xwe netewandin û ji niha û pê de jî natewînin. Bozgeyîn got, ''Em ê dîsa li dijî faşîzmê bi hev re têbikoşin'' -
Li Sydneyê tecrîd û êrîş hatin şermezarkirin
Tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrîşên dewleta Tirk ên li ser Mexmûr û Şengalê li Sydneyê hatin şermezarkirin. -
DGH: 2 kargeh û 2 febrîqe hatin şewitandin
Koordînasyona DGH'ê ragihand, li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Stenbol, Îzmîr û Antalyayê 2 kargeh û 2 febrîqe hatine şewitandin. -
Komên nû greva birçîbûnê dewr girtin
Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyên PKK û PAJK'ê ya bi armanca protestokirina tecrîdkirina Ocalan 27’ê Mijdarê dest pê kir, bi koma sêyemîn dewam dike. -
Hefteya mafên mirovan a dewleta Tirk!
Di 6 rojên Hefteya Mafên Mirovan de dewleta Tirk komkujî, sirgûn, girtin, destgîrkirin, mafên mirovan û kiryarên xerab li ser civakên Kurdistan û Tirkiyeyê ferz kir.