ROJEVA 25'Ê KANÛNÊ
Rojeva Navenda Nûçeyan a 25'ê Kanûna 2018'an.
Rojeva Navenda Nûçeyan a 25'ê Kanûna 2018'an.
- Çalakiyên ji bo tenduristî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têne lidarxistin wê werin şopandin.
- Operasyonên li Bakurê Sûriyeyê yên li dijî DAÎŞ'ê têne kirin wê bên şopandin.
- Rayedarên Suryanî yên hêzên leşkerî û rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, gefên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û biryara DYE'yê ya vekişînê nirxandin. Rayedaran gotin, gel bê alternatîf nîne û projeyên xwe yên nû hene.
- Greva birçîbûnê ya li bajarê Strasboûrg ê Fransayê li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 17'ê Kanûnê dest pê kir, 8 roj li pey xwe hişt.
- Berfa ku li Kurdistanê dibare, bi taybetî ya li herêma Serhedê, bandoreke giran li liv û tevgera mirovan dike. Ji ber berf û zîpikê, rêya bi sedan gund û gundikan hatin girtin.