Greva birçîbûnê ya li Strasboûrgê 8 roj li pey xwe hişt
Greva birçîbûnê ya li bajarê Strasboûrg ê Fransayê li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 17'ê Kanûnê dest pê kir, 8 roj li pey xwe hişt.
Greva birçîbûnê ya li bajarê Strasboûrg ê Fransayê li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 17'ê Kanûnê dest pê kir, 8 roj li pey xwe hişt.
Li gel Kurdan, rêveberên saziyên çep û demokratîk ên li Ewropayê doh serdana çalakgerên greva birçîbûnê kirin.
Tevî komên ji Frankfûrt, Parîs, Belçîka û Stûttgartê hatin, siyasetmedar Bedrettîn Kavak, ji SYKP'ê Tûncay Yilmaz, ji Partiya Komunîst a Kurdistanê Kemal Bîlgît serdana çalakgeran kirin. Kesên serdana çalakgeran kirin, ji ANF'ê re axivîn.
Kavak diyar kir ku tecrîd parçeyek ji konsepta şerê li dijî gelê Kurd e û got, "Çalakî gelekî girîng e ji bo em nîşan bidin ku xwedî li felsefeya jiyana bi hev ra ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan derdikevin. Bi dîplomasiyê divê encam were girtin."
Ji Platforma Kurdên Anatoliya Navîn Omer Koyûncû bang li gelê Kurd bi taybetî Kurdên Anatoliya Navîn kir û got, "Divê em bi xurtî xwedî li vê çalakiyê derkevin. Azadiya Rêbertî azadiya gelê Kurd e. Bi vê bîr û baweriyê divê em li her derê dengê xwe bilind bikin."
Îsmaîl Bozûklûhan got, "Gelê Kurd bi rêxistinbûna xwe ya li dora felsefeya Rêbertî, wê rizgar bibe. Ji bo encameke erênî ji çalakiyên me derkevin, divê em li her cihî dengê xwe bilind bikin."
Ferhat Gumuşboga diyar kir, çalakiya ku Leyla Guven dest pê kir, li tevahiya Kurdistan û Ewropayê belav bû, bû hêviyeke mezin ji bo gelê Kurd û got, "Divê em ji bîr nekin, tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, tecrîdkirina gelê Kurd e."
Kemal Bîlgît anî ziman, şikandina tecrîdê wezîfeya hevpar a têkoşîna gelên Kurdistan û Tirkiyeyê ye û got, "Şikandina tecrîdê di heman demê de wê were wateya şikandina bêhiqûqiya li Tirkiyeyê. Dixwazim bêjim ku em xwedî li çalakiya hevalên xwe derdikevin û em bi wan re ne."
Tûncay Yilmaz ragihand, gelê Kurd ji bo pêkhatina aştiyê li Kurdistan û Rojhilata Navîn çi ji dest tê dike û ev bang li gelên Tirkiyeyê kir: "Eger hûn li paşeroja xwe, li edalet û jiyana xwe difikirin, hûn neçar in ku bi gelê Kurd re formuleke aştiyê bibînin. Hûn neçar in formulekê bibînin ku ji daxwazên wan ên ji bo jiyaneke azad û wekhev re bibe bersiv. Lewma, ji bo bidawîkirina tecrîdkirina birêz Ocalan divê em bikevin nava hewldanan û bikin ku dawî li tecrîdê bê anîn."