Li bajarokê Telefer ji ber teqînê du kes mirin
Hate ragihandin ku li navenda bajarokê Telefer a parêzgeha Nînowa wesayîteke bombebarkirî hate teqandin.
Hate ragihandin ku li navenda bajarokê Telefer a parêzgeha Nînowa wesayîteke bombebarkirî hate teqandin.
Çavkaniyekî ku ji nexweşxaneya Telefer ji ANF’ê re axivî û got; “Di teqînê de 3 kes mirin û 12 kes jî birîndar bûn. Rewşa hinek birîndaran jî xirab e.”
Navenda ragihandinê ya hêzên ewlehiya Iraqê ji bo çapemeniyê daxuyaniyek nivîskî belav kir û ragihand; “Êrîşa terorîstî bi wesayîteke bombebarkirî ya pîkap li navçeya Ras Alcad ya bajarokê Telefer pêk hat. Di teqînê de 2 welatî mirin û 13 jî birîndar bûn.”
Piştî teqînê hêzên ewlehiyê çûn cihê bûyerê û destûr nedan kes nêzî cihê bûyerê bibe.