Meaşê kêmtirîn hate diyarkirin: Karker îsal dîsa birçî ne!
Meaşê kêmtirîn hate eşkerekirin. Ji bo sala 2019’an meaşê kêmtirîn 2 hezar û 20 lîra ye.
Meaşê kêmtirîn hate eşkerekirin. Ji bo sala 2019’an meaşê kêmtirîn 2 hezar û 20 lîra ye.
Komîsyona Eşkerekirina Meaşê Kêmtirîn piştî civîna xwe ya çaremîn meaşê kêmtirîn yê ji bo sala 2019’an eşkere kir. Di sala 2019’an de ew ê meaşê kêmtirîn 2 hezar û 20 lîra be.
Serokê Turk-Îş’ê Ergun Atalay jî li hemberî hikumetê helwesteke zelal nîşan neda. Atalay got ku, “Ev ne meaşekî gelekî baş e, lê dikare were qebûlkirin. Armanca me 2 hezar û 155 lîra ye, lê ligel wezîr me li ser vî tiştî biryara xwe da.”
GENEL-ÎŞ: DEBAR GELEKÎ ZEHMET E
Serokê Sendîkaya Genel-Îş’ê ya girêdayî DÎSK’ê Remzî Çalişkan jî got ku, “Divê ne li gorî kes, lê li gorî malbata karkeran meaşê kêmtirîn bihata eşkerekirin. Malbatek nikare bi 2 hezar û 20 lîrayan debara xwe bike.”
Ev meaşê ku AKP’ê ji bo karkeran diyar kiriye, di binê sînorê birçîbûn û hejariyê de ye.