Girtiyê greva birçîbûnê Teymûr hate sirgûnkirin

Li Girtîgeha Tîpa T a Duzceyê girtiyê siyasî Abdullatîf Teymûr ê di greva birçîbûnê de bi hinceta cezayê disîplînê vê sibê sirgûnî Girtîgeha Tîpa F a Bafra ya Samsûnê hate kirin.

Zilm û zordariya li Girtîgeha Tîpa T a Duzceyê ku dibin rêveberiya Kazim Kaya de ye didome. Vê sibê girtiyê siyasî Abdullatîf Teymûr ê li dijî tecrîda li Îmralî di greva birçîbûnê de ye hate sirgûn kirin. Tevî ku îro hevdîtina heftane ya telefonê bû, xwişka Teymûr Gulserem Yildirim ku li benda telefonê bû lê birayê wê lê negeriya ji ANF’ê re axivî.

Yildirim diyar kir ku ji xizmên xwe yên ku bi telefonê bi girtiyan re axiviye hîn bûye ku birayê wê hatiye sirgûn kirin. Yildirim got ji bo aqûbeta birayê xwe bi dehan car li rêveberiya girtîgehê geriyaye,tu agahî negirtiye û wiha domand; “Rêveberên girtîgehê herî kêm 30 caran telefon bi ser rûyê min de girtin. Memûrê ku bersiva telefona min dayî, dema ku min jêre got dixwazim bi midûrê girtîgeh û dozger re baxivim got ‘ev ne pêkan e’. Dema ku min israr kir sedemê ‘ewlehiyê’ nîşan da û got ew ê agahiya birayê min birine kûderê nedin.”

DEMA KU HEJMARTINA SER PÊYA RED DIKIN, ÊŞKENCE DIKIN

Yildirim diyar kir ku Parlamenterê CHP’ê Sezgîn Tanrikûlû ketiye dewrê û bi rêya wî hîn bûye ku birayê wê sirgûnî Girtîgeha Tîpa F a Bafra ya Samsûnê hatiye kirin. Yildirim got hinceta sirgûnê cezayê disîplînê dane diyarkirin û nerazîbûn nîşan da. Yildirim bi domdarî got; “Ji ber ku hejmartina li ser pêyan red kirine di 25-28’ê Îlonê de êşkence li girtiyan hate kirin. Di çarçoveya cezayên keyfî de 140 roj cezayê hucreyê dane birayê min. Ên ku êşkence li wan tê kirin ew in û yên tên ceza kirin jî ew in. Piştî ku birayê min kete girtîgehê ev cara sêyemîn e ku tê sirgûn kirin.”

‘EZ JI EWLEHIYA CANÊ BIRAYÊ XWE BI FIKARIM’

Yildirim herî dawî wiha got, “Li Girtîgeha Tîpa T a Duzceyê 30’ê Mijdarê bi daxwaza şikandina tecrîda Îmralî greva birçîbûnê ya dorveger a 10 rojan hatibû destpêkirin û greva birçîbûnê ji 26’ê Kanûnê ve veguherî greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger. Birayê min di greva birçîbûnê de bû û rewşa wî niha nizanim. Ez ji ewlehiya canê birayê xwe bifikarim. Berpirsê girtîgehê ji her rewşa xirab ku çêbibe berpisyar e.”