Ji bo qerta Newrozê ya Onlu yê HDP’yî fezleke hate amadekirin!

Ji bo qerta pîrozbahiya Newrozê ya Parlamenterê HDP’ê Alîcan Onlu fezleke hate amadekirin.

Di derbarê Parlamenterê HDP’ê yê Dêrsimê Alîcan Onlu de ku ji bo girtîgehan qerta pîrozbahiya Newrozê şandibû, fezleke hate amadekirin.

Gotinên Onlû “Bi baweriya têkoşîna gelê me yê ku li ber xwe dide wê bi azadiyê were tacîdarkirin, Newroz Pîroz Be!” Ji aliyê dozgeriyê ve di çarçoveya ‘propagandaya rêxistinê dike’ hate nirxandin.

Dozgeriyê derbarê Onlu de fezleke amade kir û daxwaz ji Serokatiya Meclîsê kir ku destnedayîna wî were rakirin.