Ji bo doza Çîçek Otlû banga tevlîbûnê hate kirin
Parlamenterê HDP'ê Mûrat Çepnî ji bo doza Seroka ESP'ê Çîçek Otlû banga tevlîbûna girseyî kir.
Parlamenterê HDP'ê Mûrat Çepnî ji bo doza Seroka ESP'ê Çîçek Otlû banga tevlîbûna girseyî kir.
Sibê (25'ê Kanûnê) li Dadgeha Çaglayan a Stenbolê doza Seroka Giştî ya Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Çîçek Otlû pêk tê. Beriya dozê li avahiya ESP'ê ya Enqereyê daxuyaniya çapemeniyê hate dayîn.
Rêveber û Hevserokên HDP'ê û Partiya Şoreşger ên bajêr beşdarî daxuyaniya çapemeniyê bûn û piştgirî dan. Di daxuyaniya çapemeniyê de Parlamenterê HDP'ê yê Îzmîrê Mûrat Çepnî axivî û got, "Bi hincet û delîlên derew û bi awayekî bêhiqûqî ev nêzî du sal in Seroka ESP'ê Çîçek Otlû rehîn tê girtin. Polîtîkayên rehîn girtinê yên demên dawî û pêvajoya Rewşa Awarte yên li dijî hevserokên me û ji pêkhateyên wê li dijî Çîçek Otlû jî pêk tê. Em bang li her kesî dikin ku sibê bi girseyî beşdarî doza Seroka ESP'ê bibin."