Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Rihayê Omer Ocalan, ji bo karibe Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bibîne serî li Wezareta Edaletê da.
'REWŞ KRÎTÎK BÛYE'
Serlêdana Omer Ocalan a li Wezareta Edaletê wiha ye:
"Apê min Birêz Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Tîpa T a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê girtî ye, ji 27'ê Tîrmeha 2011'an û vir ve nikare parêzerên xwe bibîne û ji 11'ê Îlona 2016'an û vir ve jî destûr nayê dayin ku malbat biçe dîtina wî. Ji 21'ê Tîrmeha 2016'an û vir ve 1. Dadgeriya Înfazê ya Bûrsayê bi hinceta Rewşa Awarte pêşî li mafên wî yên bingehîn digire. Şandin û wergirtina name, faks, axaftina bi telefonê û hemû rê û rêbazên din ên ragihandinê lê hatine qedexekrin. Ev yek li prensîbên bingehîn ên hiqûqê nayê, li dijî pîvana wekhevî, qedexeya cihêkariyê, sûdwergirtina ji alîkariya hiqûqî ya parêzeran û li dijî pîvanên mafên mirovan ên girtî û hikumxwaran e. Ji bo pêşî li hevdîtina bi Ocalan re bê vekirin, li girtîgehan grevên birçîbûnê dest pê kirin û pêvajo krîtîk bûye. Ji ber vê yekê, bi navê malbatê em dixwazin di demeke kin de rê li hevdîtina bi Abdullah Ocalan re bê vekirin."