Li Stenbolê 8 kes hatin girtin
Di serdegirtina malan a roja Şemî ya li Stenbolê de 8 kesên ku hatibûn destgîrkirin hatin girtin.
Di serdegirtina malan a roja Şemî ya li Stenbolê de 8 kesên ku hatibûn destgîrkirin hatin girtin.
Xebatkara rojnameya Yenî Yaşam Tûgba Bûlût jî di nav de 8 kes bi îdîaya ‘endamên rêxistinê’ hatin girtin.
Di serdegirtina malan a roja Şemiyê ya li Stenbolê de ji 11 kesên ku hatibûn destgîrkirin 8 kes hatin gritin. 11 kesên di saetên sibê de birin Edliyeya Anadolûyê xebatkara rojnameya Yenî Yaşam Tûgba Bûlût li gel Mehmet Acûn, Nûrten Gundum, Osman Begbaga, Ercan Ekîncî, Şahîn Ozyildirim, Rodî Bozyel û Omer Taşkiran bê ku dozger îfadeya wan bigire bi daxwaza girtinê sewqî dadgeriya nobedar hatin kirin. 8 kesên ku îfadeya wan li 1’emîn Dadgeriya Ceza ya Sulhê hate girtin bi îdîaya endamtiya rêxistinê hatin girtin. Hincetên girtinê jî qeydên telefonê, parvekirinên li ser tevnên civakî, pirtûk, kovar û notên ku di derbarê wan de hatibûn girtin hate nîşandan.
3 kes jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan.