Rojnameger Sayilgan: Wê çapemeniya azad xwe stûxwar neke

Doza Rojnameger Îdrîs Sayilgan hate taloqkirin. Sayilgan got; “Ji heyetê tu daxwaz û daxwaza berdanê nîne. Em, çapemeniya azad me tu caran stûyê xwe xwar nekiriye.”

Doza Nûçegihanê DÎHA ku bi Biryarnameyên di Hikmê Qanûnan (BHQ) de hatibû girtin, Îdrîs Sayilgan ku hevdîtinên wî yên bi çavkaniyên nûçe û karê rojnamegeriyê re weke sûc hate dîtin û bi îdîaya ‘endamê rêxistin’ û ‘propagandaya rêxistinê kiriye’ 5’emîn rûniştina doza ku dihate darizandin piştî 26 mehan li 2’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Mûşê pêk hat.

Rojnameger Sayilgan bi rêya SEGBÎS’ê beşdarî dozê bû. Parêzer Bariş Oflas, Berdevkê Înîsyatîfa Rojnamegerên Azad (OGÎ) Hakkî Boltan, malbat û hempîşeyên wî beşdarî dozê bûn.

‘DAXWAZEKE MIN TUNE; EM Ê STÛYÊ XWE XWAR NEKIN!’

Sayilgan bi Kurdî xwe parast û wiha got; “Tiştên min kirî xebatên rojnamegeriyê ne û sûcekî wiha tune. Ji heyetê tu daxwaz û daxwaza berdana mîn nîne. Em, çapemeniya azad me tu caran stûyê xwe xwar nekiriye û em ê nekin jî. Bijî çapemeniya azad!”

Doz taloqî 25’ê Çileya 2019’an hate kirin.