Kurd li Krasnîkutê di greva birçîbûnê de ne
Li navçeya Krasnîkutê ya bajarê Saratovê ya Federasyona Rûsyayê ji bo bidawîbûna tecrîdkirinaRêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan greva birçîbûnê hate destpêkirin.
Li navçeya Krasnîkutê ya bajarê Saratovê ya Federasyona Rûsyayê ji bo bidawîbûna tecrîdkirinaRêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan greva birçîbûnê hate destpêkirin.
Bi pêşengiya Otonomiya Çanda Kurd a Krasnîkutê ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan greva birçîbûnê hate destpêkirin.
15 kes ketine greva birçîbûnê. Li ser navê çalakgeran Serokê Otonomiyê Ramazan Bûdakov axivî û got, “Rakirina tecrîda li ser Rêbertiya me û têkoşîna ji bo azadiya wî peywira hemû Kurdên bi rûmet e.. Bi saya Rêbertiya xwe, me nasnameya xwe bi dest xist. Tecrîda li ser Rêbertiya me, tecrîda li ser hemû Kurdan e.”
Çalakgerên ku ketine greva birçîbûnê ji bo rakirina tecrîdê bang kirin û girtiyên di girtîgehan de ketine greva birçîbûnê hatin silavkirin.