Di rînga girtîgehê de êrîşî girtiyên PKK’ê kirin
Li Girtîgeha Tîpa F a Bolûyê bi organîzekirina girtiyên edlî êrîşî girtiyên PKK’ê kirin.
Li Girtîgeha Tîpa F a Bolûyê bi organîzekirina girtiyên edlî êrîşî girtiyên PKK’ê kirin.
Li Girtîgeha Tîpa F a Bolûyê Halîs Yildenîz tevî 2 hevalên xwe, di 7’ê Kanûnê de dema ji ber tendirustiyê ew dibirin nexweşxaneyê, di wesayîta rîngê de êrîşî wan kirin.
Birayê Halîs Yildenîz, Ridvan Yildenîz diyar kiribû birayê wî û hevalên wan ewlehiya wan a can tune. Birayê Yildenîz got ku, “Di dema êrîşe de leşker û gardiyan li wir jî bûne û tu mudaxele nehatiye kirin.”
Yildenîz, diyar kir ku pozê Lokman Yildiz hatiye şikandin û çavê wî reşûşîn bûye.
‘KELEPÇEYA MEHKÛMÎ EDLÎ HATE VEKIRIN’
Yildeniz wisa qala êrîşê kir: “Dema ku birayê min Halis Yildenîz, Cemal Tarhan û Lokman Yilmaz birine nexweşxaneyê. Girtiyê edlî jî di demê de tînin ba wan. Piştre dema ku ji nexweşxaneyê vedigerin, kelepçeyê mehkûmî edlî vedikin. Di dema normal de kelepçe nayên vekirin lê kelepçeyê mehkûmî edlî vekirine. Ev provokasyon bi destê rêveberiya girtîgehê tê kirin. Mehkûmî girtî di wê demê de êrîşî 3 girtiyên siyasî kiriye. Di wê êrîşê de pehîn avêtine Halis Yildenîz, Lokman Yilmaz jî humik avêtine poz û çavên wî, Cemal Tarhan ê ku bi gopal dimeşe jî li pehînên wî dane.”
Halis Yildenîz 6 caran cezayê muebbetê lê hatiye birin û ji 2008’an û vir ve girtiye.