Nobedarên vê hefteyê Kurdistaniyên ji Pforzheîmê ne
Nobeda 'Azadî ji Ocalan re' ku li ber avahiya Konseya Ewropayê ya li Strasboûrgê pêk tê, dewam dike. Nobedarên vê hefteyê koma ji bajarê Pforzheîm ê Elmanyayê ye.
Nobeda 'Azadî ji Ocalan re' ku li ber avahiya Konseya Ewropayê ya li Strasboûrgê pêk tê, dewam dike. Nobedarên vê hefteyê koma ji bajarê Pforzheîm ê Elmanyayê ye.
Çalakiya nobedê ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li herêma Avenûe de l'Eûrope ya bajarê Strasboûrg ê Fransayê tê lidarxistin, di hefteya 340'î de ye.
Pênc kesên ji bajarê Pforzheîm ê Elmanyayê hatin, nobed ji koma ji bajarê Dusseldorf ê Elmanyayê dewr girtin. Kurdistaniyên bi navê Cemîl Fûren, Apo Şirnex, Elî Erlî, Rodî Amed û Yekbûn Amed nobedarên vê hefteyê ne.
'DILSOZIYA BI RÊBERTÎ RE CAREKE DIN EŞKERE DIBE'
Apo Şirnex bi navê komê axivî û diyar kir ku wê nobeda vê hefteyê tevî gelek welatparêzên ji Pforzheîmê bi rengekî dorveger bidomînin.
Berdevkê komê bal kişand ser greva birçîbûnê ya bê dawî û bê dorveger a li Strasboûrgê û xemsariya Konseya Ewropayê û CPT a li pêşberî bangên gel bi bîr xist. Apo Şirnex got, "Hevrêyên me ji ber vê yekê ketine greva birçîbûnê. Di mijara azadiya Rêberê me de dinya ker û kor bûye. Lê belê dilsoziya bi Rêberê me re careke din eşkere dibe."
Nobeda 'Azadî ji Ocalan re' ku 25'ê Hezîrana 2012'an dest pê kir, ji bilî meha bihurî ku rayedarên Fransayê qedexe kiribûn, her roj bi rêk û pêk dewam dike.