Hevserokên Giştî yên HDP'ê Pervîn Buldan û Sezaî Temellî ji bo salvegera 7'an a Komkujiya Roboskê nameyek ji nûnerê gelê Roboskê û wekîlê HDP'ê yê rehîn Ferhat Encu re şandin.
Di nameyê de kesên ku di Komkujiya Roboskê de hatibûn qetilkirin hatin bibîranîn, hate gotin ew êşa malbatan par ve dikin.
Di nameyê de hate gotin, hişmendiya ku ji bo komkujiyên berê yên komarê re gotî, ''divêtiyeke dîrokî'' ji bo komkujiya Roboskî, ''çarenîn'' gotiye û ev komkujiya ku ji hêla rêveberên Tirkiyê û faîlên komkujiyê ve hatî krin, piştî komkujiya Kurdan malavayî li hev kirine û diyarî dane hev.
Di nameyê de bi domdarî hate gotin Kurd ji bo ku ji hêla dewletê ve werin qirkirin pêdivî pê tine ku Kurd ti sûcî bikin, tenê Kurdbûna wan bes e û got, ''Piştî Roboskî Kurdan careke dî ditin Kurd nikarin dev ji azadiya xwe û wekheviyê biqerin. Dewletek çima tenê bombeyan, tenê çekan, tenê zext û êşkencê û hejariyê dibe herêmên Kurdna? Çima tenê û tim mirinê layiqî wir dibîne?''
Hevserokan di nameyê de diyar kirin wê nikaribin Komkujiya Roboskê bi 'qezayeke çarenîn' bi nav bikin û li ser refên tozgirtî deynin û gotin, ''Têkoşîna me ya heqî û azadiyê, têkoşîna me ya jiyana bi riûmet û aştiyê bi teqezî rojekê wê heqîqetan ronî bike'' û bi domdarî hate diyarkirin, ''Her çi jî bikin, wê nikaribin ser vî sûcê ku li dijî mirovahiyê kirine binuxumînin.''
Di nameyê de ya ji bo wekîlê rehîn ê HDP'ê Ferhat Encu hate gotin, ''Em Hevserokên HDP'ê, em soz didine te, malbatên bi kul û kovan ên Roboskî û hemû gelê xwE; ev hesab wê nemîne roja mehşerê. Em,barê giran ê hemû berdêlan li milê xwe dikin, êşê par ve dikin, hêrsa xwe dikin têkoşîna hevpar û dibêjin: Ya çarenîn azadî ye, wekhevî ye, aştî ye!
Bi şandeyeke ku di partiya xwe de me ji bo vê dozê ava kiriye pêvajoyê ji nêz ve dişopînin. Heta ku em berpirsên Roboskî bînin ber dadgehê bi hemû hêza xwe em ê têbikoşin. Roboskî ji bo her kesî azmûna wijdan û mirovahiyê ye. Em bang li wan kesan dikin ku naxwazin dahatuya Tirkiyê radestî faşîzmê bikin ku xwedî li bîranîna 34 canan bikin.''