Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi rojevên hilbijartina herêmî, tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û grevên birçîbûnê li Navenda Giştî ya HDP’ê civiyan.
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan di civînê de axivî û berdana Hevseroka KCD’ê û Parlamentera HDP’ê Leyla Guven a 80 roj in di greva birçîbûnê de ye wiha nirxand: “Duh ji girtîgehê derket keniya lê malê giriya. Got; ‘Min hemû maneviyata xwe li zîndanê hişt. Hevrêyê min li wir man û ez derketim. Dil û mêjiyê min li zîndanê ma.’ Anî ziman ku hevalên me di nav berxwedanek mezin de ne. Tişta dikeve ser milê me xwedî derketina hevalên me ye. Divê em li gel wan bin û dengê wan li derve belav bikin. Karê me yê sereke bi hilbijartinê re şikandina tecrîdê ye. Wan bedena xwe daye ber birçîbûnê, tişta em ê jî bikin mezinkirina berxwedana wan e.”
Bûldan diyar kir ku daxwaza wan sereke ew e tecrîdkirina Ocalan bi dawî bibe û wiha dewam kir: “Em dizanin tecrîd tê çi wateyê. 20 sal e tecrîd didome. Her çiqas dem bi dem Birêz Ocalan tecrîdê rakiribe jî lê bi hatin û çûna heyetan re tecrîda li Îmraliyê bûye halê ‘şiklê rêveberiyê.’ Astengkirina hevdîtina malbat û parêzeran îfadeya tecrîda şidandî ye. Ji bo rakirina tecrîdê ji niha pê ve jî em ê li her qadê bînin ziman. Em ê bêdeng nemînin.”
Piştî axaftina Bûldan civînê ji çapmeniyê re girtî dewam kir.