ROJEVA 28'Ê ÇILEYÊ
Rojeva Navenda Nûçeyan a 28'ê Çileya 2019'an.
Rojeva Navenda Nûçeyan a 28'ê Çileya 2019'an.
- Çalakiyên ku ji bo tenduristî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin wê werin şopandin.
- Operasyonên li Bakurê Sûriyeyê li dijî DAÎŞ'ê tên kirin wê bên şopandin.
- HBDH: Bi navê Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan em xwedî li berxwedana Leyla Guven derdikevin. Pêkhatina daxwazên wê û hevrêyên din ên berxwedêr bi têkoşînê dibe.
- 50 Xelatgirên Nobelê, di mijara binpêkirina mafên mirovan ên bingehîn de banga lezgîn li dewleta Tirk kirin.
- Greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger a li Strasboûrgê di roja 43'an de ye. Ciwan jî di nav de bi sedan kesî doh serdana çalakgeran kirin.
- Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Kalkan diyar kir, Mutabaqata Edeneyê mutabaqata komploya navneteweyî ye û got, "Naveroka Mutabaqata Edeneyê qediya ye, hewl didin ji nû ve zindî bikin. Ew şert û merc êdî nînin."
- Navçeya dîrokî ya Wanê Tûşba, ku AKP'ê mîna gundekî lê kiriye, tê gotin ku bi rêjeyeke bilind a dengan wê 31'ê Adarê bikeve destê HDP'ê.
- Li navçeya Erdîşê ya Wanê ku AKP polîtîkayeke taybet lê dimeşîne, di nava hefteyekê de 38 kes hatin destgîrkirin, 20 jê jî hatin girtin. Di nava du mehan de li navçeyan Erdîşê 70 kes hatin girtin.