Hejmara penaberên di ser Tirkiyeyê re tên nava Yekîtiya Ewropayê (YE) dibe cihê bikaran. Li gorî nûçeya hejmara îro ya rojnameya "Welt am Sonntag" a li Elmanyayê tê weşandin, Komîsyona Ewropayê li ser penaberên di ser Tirkiyeyê re hatine welatên Yekîtiya Ewropayê raporeke veşartî amade kirn.
Li gorî raporê, sala 2018'an bi giştî 50 hezar û 789 penaber di ser Tirkiyeyê re hatine welatên Yekîtiya Ewropayê. Hate ragihandin, piraniya van penaberan ji Tirkiye, Iraq, Sûriye û Efganîstanê ne. Hate gotin, barê herî giran ê pêla penaberiyê jî li ser milê Yewnanîstanê ye. 47.939 ji van penaberan xwe gihandin Yewnanîstanê, 2.383 gihiştin Îtalyayê, 349 gihiştin Bûlgarîstanê û 118 jî gihiştin Qibrisê.
HEJMARA PENABERAN 22 JI SEDÎ ZÊDE BÛ
Hate ragihandin, bi taybetî hejmara penaberên di çemê Merîçê re xwe gihandine Yewnanîstanê li gorî par bi du qatî zêde bûye. Vê yekê Bruksel xiste tirs û fikarna. Li gorî daneyên Navenda Têkoşîna li dijî Qeçexçitiya Koçberan a Ewropayê, penaber bi giranî ji aliyê qeçexçitiyan ve tên ann.
Raporeke din a mîna ya Komîsyona Ewropayê, hefteya derbasbûyî ji aliyê Wezareta Karên Hundir a Elman ve hatibû amadekirin. Di raporê de fikarên cidî hatibûn ragihandin ku peymana bi Tirkiyeyê re hatiye îmzekirin bi cih nayê anîn.
Di navbera Yekîtiya Ewropayê û rejîma Enqereyê de sala 2016'an peymanek li ser penaberan hatibû amadekirin. Li gorî peymanê ku Elmanya serkêşiyê jê re dike, Enqere wê 3 milyon penaberên ji Sûriye, Iraq û Efganîstanê li Tirkiyeyê bihêle. Yanî dewleta Tirk wê deriyên xwe bigire. Di berdêla vê yekê de jî wê 6 milyar Euro pere ji rejîma Erdogan re bê dyain.
Brukselê heta niha nîvê vî pereyî daye, di civîna bilind a Yekîtiya Ewropayê ya meha Adarê de ya li Varnayê pêk hat, 3 milyar Euroyê mayî jî wê di dema herî nêz de radestî Enqereyê were kirin. Gelek caran di çapemeniya Ewropayê de agahî û belge hatin weşandin ku nîşan didan, desthilatdariya AKP'ê pereyên ji bo penaberan stendiye ji bo armancên cuda bi kar aniye.