Namzetên HDP'ê yên Şaxê kî ne?
Li Şaxê di hilbijartina dawî de AKP derbeke giran xwaribû û HDP bi ser ketibû. Lê AKP ya ku di hilbijartinê de têk çûyî, qeyûm anî ser şaredariya Şaxê ya HDP'ê ya Wanê.
Li Şaxê di hilbijartina dawî de AKP derbeke giran xwaribû û HDP bi ser ketibû. Lê AKP ya ku di hilbijartinê de têk çûyî, qeyûm anî ser şaredariya Şaxê ya HDP'ê ya Wanê.
2014'an HDP di hilbijartinê bi rêya 67 ji 100'î derketibû, AKP li gel hemû dek û dolab û zordariya xwe jî dengekî kêm standibû.
Di hilbijartina 24'ê Hezîranê de jî HDP 61 ji 100'î ê dengan standibû û dîsa gelê Şaxê mîna şeqamekê bersiv dabû zext û zordariyên AKP'ê yên li ser gel.
2016'an dewleta Tirk a bi rêveberiya AKP'ê qeyûm anî ser şaredariyên Kurdistanê û piraniya hevşaredarên Kurdistanê hatin girtin. Li Şaxê ya Wanê jî hevşaredar Celalettîn Bartû û Evîn Keve yên ku bi dengên gel hatibûn hilbijartin hatin girtin û li şûn wan qeyûm Hacî Asim Akgul hate ser şaredariyê.
Ji bo hilbijartina xwecih a 31'ê Adarê jî gelê Şaxê xwe hazir dike ku vê carê bersiveke ji hilbijartinên berê xurtir bide AKP'ê ya ku li Kurdistanê rêveberiya jidiyayî sazkar kiriye.
Profîla namzetên hevşaredarên HDP'ê yên Şaxê:
ESRA BABUR
1988'an li Şaxê ya Wanê jidayik bû. Dibistana seretayî, navîn û lîste li Şaxê xwend û niha jî li Zanîngeha Anadoluyê beşa rêvebebriyên xwecih dixwîne. Babûr di hilbijartina xwecih a 2014'an de ji HDP'ê endama meclîsa şaredariyê ya Şaxê bû. Babur ji 2014'an û vir ve siyasetê dike.
NAMZETÊ TIFAQÊ MURAT BOZDEMÎR
1974'an li Şaxê jidayik bûye. Bi hemû tevgerên siyasî re têkilî daniye. Sala 91'ê dema ku li Zanîngeha Wanê beşa mamostetiyê dixwend xebatên rêxistinî, siyasî kir. Di şertên giran ên salên 90'î de 10 salan di girtîgehê de ma. 2004'an ji girtîgehê derket. Xebatên xwe yên siyasî û sosyal di nav rêxistinên civaka sivîl de domadn. Seroktiya VIYAN Derê kir. Di nav damezirînerê Oze Donuş de bû. Yek ji dildarê saziya alîkariyê Alîkar bû. Di hevgirtina erdheja Wanê û Kobanê de çalak bû. Di gelek xebat û civînên DÎTAM'ê û Weqa Aştiyê yên têkilî pêvajoya çareseriyê de cih girt. Cara pêşî bi Partiya Mirov û Azadiyê dest bi siyasetê kir. Hê jî endamê Desteya Navendî ya Rêveber e.