Tecrîda li ser Ocalan li Erşovê hate protestokirin
Kurdistaniyên li Erşovê dijîn bi çalakiyekê tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan protestokirin.
Kurdistaniyên li Erşovê dijîn bi çalakiyekê tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan protestokirin.
Kurdistaniyên li bajarê Saratov ê Rûsyayê dijîn, ji bo protestokirina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û piştevaniya bi çalakgerên greva birçîbûnê re çalakiyek lidar xistin.
Kurdên li pêşiya Otonomiya Çanada Kurd a Erşovê hatin ba hev, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên PKK’ê hilan û daxwaz kir ku tecrîda li ser Ocalan bi dawî bibe.
Alîkarê Hevserokê Otonomiyê Mîrzaalî Yûsûbov ê di çalakiyê de axivî got: “Ji bo bidawîkirina tecrîda li ser Rêbertiya me divê bi lezgîn hemû Kurd rabin ser xwe û li dijî pêkanînên faşîzan bibin xwedî helwest. Ji bo bidawîkirina tecrîd û azadiya Rêbertiya bikeve nava hewldan û em Kurdên li Rûsyayê piştevaniya xwe ya bi grevên birçîbûnê re didin nîşandan.”
Çalakvanan tecrîda li ser Ocalan şermezar kirin û piştre çalakî bi dirûşmên ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Bijî Berxwedana Zindnan’ bi dawî bû.