Li sê navçeyên Stenbolê tecrîd hate protestokirin

Li navçeyên Sûltangazî, Sancaktepe û Esenyûrt ên Stenbolê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate protestokirin.

Înîsiyatifa Piştevaniya Zindanan a Marmarayê, bi armanca tecrîda Îmraliyê şermezar bikin, li avahiyên HDP'ê yên navçeyên Sancaktepe, Sûltangazî û Esenyûrtê yên Stenbolê civînên gel pêk anîn. Li avahiya HDP'ê ya Sûltangaziyê bi sedan kes tev li civînê bûn. Di civînê de Parlamenterê HDP'ê yê Mûşê Mansur Işik, Hevserokê HDP'ê yê Stenbolê Cengîz Çîçek û gelek endam û rêveberên HDP'ê tevlî civînê bûn. Hevserokê HDP'ê yê Stenbolê Cengîz Çîçek di civinê de axivî û li ser tecrîdê rawestiya. Çîçek, anî ziman ku Hevseroka KCD'ê Leyla Guven 81 roj in û girtiyên siyasî 40 roj derbas kirin ku di greva birçîbûnê de ne û wiha got: "Dema mijar dibe Rêberê Gelê Kurd rêzdar Abdullah Ocalan hişmendiya îktîdarê dibin îtîfaq. Lê dîsa dema mijar dibe birêz Ocalan gelê Kurd jî li dora rêzdar Ocalan dibin xelek. Îro gelê me ev yek îspat kiriye. Armanca hişmendiya serdest ew e ku di şexsê rêzdar Ocalan de hemû hêz û dînamîkên têkoşîna me parçe bike û belav bike. Têkoşîna Leyla Guven û rêhevalên wê li dijî vê hewldana perçekirin û tinekirinê ye. Qêrîn û nefesa li dijî vê înkarê ye." 

DI 3’Ê SIBATÊ DE EW Ê MÎTÎNG WERE LIDARXISTIN

Çîçek, bal kişand ser girîngiya Mîtînga 3'ê Sibatê jî û wiha got: "Mîtînga li Qada Bakirkoyê ya 3'ê Sibatê li dijî tecrîdê roja berxwedanê ye. Mîtînga Stenbolê ya 3'ê Sibatê wê bibe sazkirina azadî, demokrasî edalet û aştiyê. Divê berî her tiştî Kurd û dostên Kurdan hemû li dijî tecrîdê tev li vê mîtîngê bibin. Em bang li hemû heval, rêheval, û dostên xwe dikin ku bi dengekî hîn bilindtir daxwazên xwe di vê mîtîngê de biqîrin."

Piştî axaftinê koma li avahiya HDP'ê ya Sûltangazî kom bûn, heta qereqola berê meşiyan. Komê di meşê de belavok li esnaf û welatiyan belav kirin û xwestin her kes  tev li mîtînga 3'ê Sibatê bibin. Komê di meşê de dirûşmeyên "Leyla Guven rûmeta me ye", ""Bijî berxwedana zindane" berz kirin.

Înîsiyatifa Piştevaniya Zindanan a Marmarayê, bi heman armancê li avahiya HDP'ê ya Esenyûrtê jî civîna gel pêk anî. Di civîna gel a Esenyurtê de Parlamenterên HDP'ê Tûma Çelik, Şevîn Coşkûn û gelek welatî amade bûn. Welatiyên li ber avahiya HDP'ê kom bûn, heta Qada Esenyûrtê meşiyan. Koma ku rastî astengiya polîsan hatin dirûşmeyên “Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin" berz û astengiya polîsan şermezar kirin. Welatiyên ku astengiya polîsan nas nekirin heta qadê meşiyan. Li qadê Hevseroka  HDP'ê ya Esenyûrtê Fethiye Kizmaz daxuyanî da û xwest tecrîd bi dawî bibe û wiha got: "Tecrîda niha li ser birêz Ocalan tê meşandin, li ser hemû gelên Tirkiyeyê tê mişandin. Li dijî gelê Tirkiyeyê ye."

 LI SANCAKTEPE JÎ CIVÎN HATE LIDARXISTIN

Înîsiyatifa Piştevaniya Zindanan a Marmarayê, bi armanca tecrîda Îmraliyê şermezar bikin, li avahiya HDP'ê ya Sancaktepe jî civîn pêk anîn. Di civînê de parlementerên HDP'ê Alî Kenanoglû, Hevseroka HDP'ê ya Stenbolê Esengul Demîr, Hevserokê DBP'ê yê Stenbolê Alî Riza Bîlgîlî û gelek welatiyên din amade bûn. Demîr, bal kişand ser tecrîda li Îmraliyê û berxwedana Leyla Guven.

Koma ku li avahiya HDP'ê kom bûn, piştî civînê meşiyan û  belavokên mîtînga 3'ê Sibatê belav kirin. Kom heta Qada Sancaktepe meşiyan. Polisan li vir pêşiya komê qut kir û destûr nedan belavokan belav bikin. Welatiyên di belavkirina belavokan de israr kirin rastî mudaxaleya polîsan hatin. Gelek kes hatin destgîrkirin.”