DGH'ê li dijî tecrîdê çalakî kirin
DGH'ê bi armanca protestokirina tecrîdê rêzeçalakî pêk anîn. Di çalakiyan de gelek kargeh û wesayît hatin şewitandin.
DGH'ê bi armanca protestokirina tecrîdê rêzeçalakî pêk anîn. Di çalakiyan de gelek kargeh û wesayît hatin şewitandin.
Koordînasyona Tevgera Ciwanên Şoreşger (DGH) bi armanca şermezarkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarên Tirkiyeyê rêzeçalakî pêk anîn. Di van çalakiyan de 5 kargeh, 3 wesayît û febrîqeyek hatin şewitandin.
Di daxuyaniyê de di derbarê çalakiyan de ev daxuyanî hatin parvekirin:
STENBOL
"22'ê Çileyê li navçeya Umraniyeyê wesayîtek ji hêla yekîneya me ya Tolhildanê ya Şehîd Baran Mawa ve hatiye şewitandin. Di vê çalakiyê de du wesayît şewitîne.
22'ê Çileyê li taxa Esentepe ya Sûltangaziyê ji hêla yekîneya me ya Tolhildanê ya Şehîd Baran li kolanan bend hatine danîn û li dijî dijminên dagirker êrîş pêk hatiye. Di vê çalakiyê de kuştî û birîndar çênebûne.
24'ê Çileyê kargeheke li Îkîtelî ya Başakşehîrê ji hêla yekîneya me ya Tolhildanê ya Şehîd Baran Mawa ve hatiye şewitandin.
24'ê Çileyê li derdora saloneke sporê ya li Bahçelîevlerê wesayîtek ji hêla koma me ya Tolhildanê ya Şehîd Baran Mawa ve hate şewitandin.
ÎZMÎR
21'ê Çileyê febrîqeyek ji hêla yekîneya me ya Tolhildanê ya Şehîd Nazelîn Korkut ve hatiye şewitandin.
ENQERE
22'ê Çileyê kargeheke li sîteya sanayiyê bi şevê ji hêla yekîneya me ya Tolhildanê ya Firat Zîlan ve hatiye şewitandin.
MÛGLA
25'ê Çileyê li navçeya Fethiyeyê atolyekeke mobîlyayê ji hêla yekîneya me ya Tolhildanê ya Şehîd Zelal Garzan ve hatiye şewitandin."