Greva birçîbûnê ya li Adigeyê bi koma duyemîn didome

Greva birçîbûnê ya li Adigeyê, ku ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk tê, bi koma duyemîn didome.

Greva birçîbûnê ya li Komara Xweser a Adigeyê ya Federasyona Rûsyayê, ji aliyê Komeleya Çanda Kurd a Adigeyê (Agirî) û Organîzasyona Jinên Kurd a Adigeyê (Bêrîtan) ve tê organîzekirin. Koma duyemîn çalakî dewr girt.

Ji rêveberên Komeleya Çanda Kurd a Adigeyê Xwedêda Ahmet bi navê koma nû ya greva birçîbûnê axivî û got, "Kurdên li gelemperiya dinyayê, divê dengê xwe li dijî van polîtîkayên qirêj ên dewleta Tirk bilind bikin. Berpirsyariyên me hemûyan hene li pêşberî Rêberê me. Di salvegera 20'î ya komploya navneteweyî de em tecrîdê bikişînin, komployê pûç bikin û Rêberê xwe azad bikin. Ji ber ku heta niha em bi têrkerî bi wezîfeya xwe ranebûn, me heta niha ev bi ser nexist. Di serî de Leyla Guven, Nasir Yagiz û Îmam Şîş çalakgerên greva birçîbûnê hemûyan silav dikin û em destekê didin wan."