Iraqê li ser bûyerên li Şêladizê daxuyanî da
Wezareta Karên Derve ya Iraqê wê nerazîbûna xwe ya ji ber êrîşên dewleta Tirk ên li ser gelê Şêladizê bi nameyekê ji Sefaretxaneya Bilind a Tirk re ragihîne.
Wezareta Karên Derve ya Iraqê wê nerazîbûna xwe ya ji ber êrîşên dewleta Tirk ên li ser gelê Şêladizê bi nameyekê ji Sefaretxaneya Bilind a Tirk re ragihîne.
Wezareta Karên Derve ya Iraqê, li ser êrîşên dewleta Tirk ên li dijî gelê Şêladizê daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de hate gotin, "Li ser zerara ku ji ber êrîşên dewleta Tirk rû dan, em ê bang li Sefîrê Bilind ê Tirkiyeyê yê li Bexdayê bikin û li wezaretxaneyê nameyeke li ser nerazîbûna me jê re ragihînin. Em bang li Tirkiyeyê dikin. Iraq ji ewlekariya gelê xwe berpirsyar e. Iraq li dijî her şêwe êrîşan e ku serxwebûna welêt binpê dike."